Kongreya MSD'ê dewam dike

Kongreya Sêyemîn a MSD'ê ku îro li bajarê Tebqayê bi diruşmeya "Ber bi çareseriya siyasî ya li ser esasê avakirina Sûriya demokratîk a ne navendî" hate destpêkirin, dewam dike.

Kongreya MSD'ê dewam dike
16 tîrmeh, 2018   13:15

TEBQA

Kongre bi beşdarbûna Hevserokên MSD'ê Ilham Ehmed û Riyad Derar, her wiha 270 delegeyan û mêvanan dest pê kir. Di konfiransê de piştî axaftina vekirin û axaftina Hevserokatiya MSD'ê, axaftinên mêfanan hatin kirin.

Berdevkê QSD'ê Kîno Gibrayîl axivî û wiha got: "Mêvanên kongreyê yê rêzdar , em  bi navê QSD'ê serkeftinê ji kongreya we re û ji welatê me Sûriyê re hêvî dikin. Hûn hemû dizanin ku ev xaka bedew a Bakurê Sûriyê bi destê şervanên me ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin. QSD'ê bi hezaran şehîd ji bo azadiya vê xakê dane."

Gibrayîl di berdewama axaftna xwe de jî got ku MSD'ê lêvegera siyasî ya QSD'ê ye û wiha dom kir: "Hêzên QSD'ê gelek herêmên Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin. Dema hatin rizgarkirin hemen, radestî gelê wê hate kirin da ku rêveberiya herêmê xwe bikin. Ev jî di riya meclîsên herêmî de pêk hatin. Em  careke din soz didin ku em ê li ser xeta şehîdan tekoşîna xwe bidomîn in heta tevahî herêmên Sûriyê  ji dagirkeran werin rizgarkirin. Em hêvî dikin ku biryarên baş ku di xizmeta gel de ji kongreya we derkevin. "

Di berdewama Kongreyê de Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm Qeftan axivî û wiha got: "Weka çawa mafê gulên Yasmîn heye, mafê partiya Sûriya Pêşerojê jî heye. Em hêvî dikin ku di vê kongreya we de biryarên li gorî hêviyên gel werin girtin, em hemû sîstema pireng û ne navendî bipejirîn in."

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku tiştê li Sûriyê pêk hat encama sîstema navendî ye û wiha dom kir: "Şoreşa Sûriyê dê sîstema navendî ya kevin li Sûriyê ber bi Sûriya demokratîk ku mafê hemû aliyan biparêze, pêk bîne. Ji ber her kes bi çekan kar tevdigerin, tundî li Sûriyê pêk hat û rewşa heyî veguhezî tundiyê. Divê em li Sûriyê vegerin dengê danûstendinê û diruşmeya aştiyane beriz bikin."

Hevseroka meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa jî di kongreyê de axivî û ev tişt anî ziman: "Ev kongreya MSD'ê ku li Tebqayê tê lidarxistin, peyamek ji her aliyan re ye ku Sûriya bi xaka xwe û gelê xwe yek welate. Em kongreya Sêyemîn a MSD'ê li hemû gelê Bakuêrê Sûriyê pîroz dikin."

Leyla Mustefa di berdewama axaftina xwe de jî got ku bi derbasbûna aloziya Sûriyê di sala xwe ya 8'an de û piştî ku MSD'ê tenê piştî MSD'ê hate damezirandin ew piştevanî sereke yê hemû gelê Sûriyê bû û wiha dom kir: "Hêza leşkerî ku MSD'ê sîwana wê ya siyasî ye QSD'ê piraniya herêmên Bakurê Sûriyê ji fikrê tarî û tundrew rizgar kir. MSD'ê destkeftiyên gelê herêmê parastin û piştgiriya bê sînor da meclîsên herêmê û xebatên ji nû ve avakirinpê. Bi vê yekê jî bû îradeya gel a bilind."

Di kongreyê de her wiha Siyasetmedarê ji Hemayê Husam Elûş jî axivî û got ku bajarê TEbqa ku bi saya tekoşîn û xwîna şehîdan hate rizgarkirin bûye hêviya tevahî gelê Sûriyê û wiha dom kir: "Hêviyên me hene ku ev kongreya sêyemîn a MSD'ê dê bi aramî û ewlekarî pêk were. Niha Sûriyaya pêşerojê li dijî hêzên tarî serdikeve. Serkeftina hêzên aştiyane yên siysasî  ye. Di heman demê de jî têkçûna pîlan û siyasetên hêzên derve ku li ser herêmê feriz dikye. Ev serkeftinên me behsê kirin, divê hîn bi serkeftinên din ên mezin werin tacedarkirin. Ya herî girîng ji wan jî derxistina hemû hêzên derve ji Sûriyê ye, veguhestina siyasîye û avakirina Sûriyaya nû ye. Emê li ser çareseriya siyasî tekez dikin, ji ber ku li ser esasê pêwîstiya pêkanîna yekîtiya xaka Sûriyê pêk tê."

Siyasetmedara Sûriyê Ensaf Silêtîn jî di kongreyê de axivî û wiha got: "Em îro li bajarê Tebqa ya rizgarkirî lidar dixin. Bajarê ku rizgarkirina wê bi saya berxwedana ş ervanên herêmê bûye rastiyek û dema komên çekdar û rêxistinên tundrew li wê bi dawî bû. Serkeftinên ku îro li Sûriyayê pêk tên gelekî pîroz in. Ev destkeftî bi ked û tekoşîna gelê me yê Sûriyê yê bi rumet pêk hatiye. Ji bo çareserkirina hemû aloziya pêwîstî bi danûstendinan heye, ji ber riya çareserkirina aloziyan danûstendin in, em îro amadekariya avakirina rêveberiyek herêmî da ku rûpelek nû ku mafê hemû pêkhateyan biparêze. Tevî hemû zehmetiyan MSD'ê dê hêviyên gelê Sûriyê û ji nû ve avakirinê pêk bîne. Rola wê di berjewendiya niştimanî de gelekî girîng bû."

Di kongreyê de li ser navê Meclîsa Jinên Sûriyê LÎna Berekat axivî û wiha got: "Şoreşa Sûriyê ket qonaxeke nû gelek alî ketina nava şoreşê, di encamê de şerên mezin pêk hat. Bi taybet jî destwerdana deweleta Tirk a dagirkrker û agirkirina Efrînê aloziyek mezin bi xwe re anî. Di encamê de Sûriyê bû meydana şerê hêzên derve."

Lîna Berekat her wiha di berdewama axaftrina xwe de bibîr xist ku gelek kongir û civînên navdelwletî li Cinêv û Astana di bin navê çareseriya aloziya Sûriyê hatin lidarxistin û wiha dom kir: "LÊ van kongreyan tu encam bi xwe re nanîn. Berjewendiyên esas hatin girtin, ne ji bo gel bû, lê belê hêznê herêmî û navdewletî berjewendiyên xwe esas girtin."

Di berdewama Kongreyê de li ser navê şêniyên Efrînê Remedan Remedan axivî û got ku bela her kes bizanin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser heêrmên Bakurê Sûriyê û bi taybet heêrma Efrînê di riya itîfaqên  eşkere de pêk hat û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk rewş qazenc kir û di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de hemû cûreyên çekan bikar anîn. Piştî Efrîn dagirkirin, li Efrînê guhertina demografî pêk anîn, her kes rastiya Efrîn û şêniyên wê dizanin. Lê bela şêniyên Efrînê baş bizanin ku wê şêniyên Efrînê vegerin warê xwe."

Remedan di dawiya xaftinax we de jî got ku şêniyên Efrînê li kampên Şehbayê yên berxwedanê li ber xwe didin û dê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin.

Bi navê opozisyona hindir Leyan Mesed axivî û wiha got: "Di kongreyê de ez ê wekî kesekî Sûriyê biaxivim. Hêza me heye ku em di xaka Sûriyê li ber xwe bidin û li dijî teroristiya welatên kendavê û Tirkiyê ku bûn sedema wêraniya Sûriyê li ber xwe bidin. Wan piştiriya komên çete kirin."

Di kongreyê de her wiha li ser navê parêzgeha Siwêda Mihêb Saliha axivî  û got ku Sûriyê hêjaye ku aştî û aramî lê pêk were û wiha dom kir: "Em  hêvî dikin ku kongreya Sêyemîn a MSD'ê serbikeve. Gelê Sûriyê di jiyana xwe de cûdahiyê û pirengiyê jiyan dike, ev tiştekî rewaye, lê ya ne rewaya bikarnîna çekaan ku bû sedema şer û bê ewlehiya ev çend sal li SÛriyê pûêk tê. Heger gelê Sûriyê bi hev re necivin û bi hev re neaxivin dê nikarin çareseriyekê ji Sûriyê re pêk bîn in.

Kongre didome.

ANHA