Goristana Şehîd Mehmûd Tamê tê sererastkirin

Komîteyeke taybet a sererastkirinê bi piştgiriya Saziya Malbatên Şehîdan dest bi sererastkirina Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya kantona Girê Spî kir.

Goristana Şehîd Mehmûd Tamê tê sererastkirin
Goristana Şehîd Mehmûd Tamê tê sererastkirin
Goristana Şehîd Mehmûd Tamê tê sererastkirin
Goristana Şehîd Mehmûd Tamê tê sererastkirin
Goristana Şehîd Mehmûd Tamê tê sererastkirin
16 tîrmeh, 2018   12:18

GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Goristana Şehîd Mehmûd Tamê di sala 2016`an de li gundê Tenhoza yê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî hate avakirin. Di goristanê de 172 cenazeyên şehîdên YPG, QSD, hêzên Asayîşê û Trafîkê hatine definkirin.

Saziya Malbatên Şehîdan bi hevkariya Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî dest bi armanca sererastkirina goristanê û xemilanda wê kir.

Werşeyên fenî yên girêdayî meclisê dest bi sererastkirina gorên şehîdan û dîwarên goristanê kirin.

Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan li dar û kulîlkên goristanê dinêrin. Wekî ku hatiye payîn dê malbatek were diyarkirin da ku li goristanê binêre.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîdê QSD`ê Mehmûd Tamê yê ku goristan bi navê wî hate vekirin, di pêngava rizgarkirina bajarê Girê Spî de ji çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Tîrmeha 2016`an de şehîd bû û ew şehîdê destpêkê ku li goristana kanotonê hate oxirkirin.

(bx)

ANHA