Mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Hêzên rêjîmê û bi piştgiriya Rûsyayê dest bi êrîşa li ser herêma rex herêma Colan a Sûriyeyê ya dagirkirî kir. Tê gotin ku Îsraîl çiraya kesk der barê êrîşê de vêxistiye. Li Iraqê jî hêzên siyasî û olî hewl didin rê li pêşiya berfirehbûna civaka şîayî bigirin. Lûtkeya serokê Amerîkayê û yê Rûsyayê îro li Helsinkî dest pê dike.

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî
16 tîrmeh, 2018   08:35

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser êrîşa hêzên rêjîma Sûriyeyê û Rûsyayê ya li gundewarên parêzgeha Quneytera, kêmasiyên destûrî di avakirina hikumeta Lubnanê de, hewldanên rayedarên Iraqê ji bo rêgirtina li pêşiya mezinbûna xwepêşandanan û lûtkeya Helsinkiyê û dosyayên li ser maseyê.

Rûsya û rêjîmê bi erêkirina Îsraîlê dest bi şerê Quneyterayê kir

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyên erebî yên îro, behsa rewşa gundewarên parêzgeha Quneytera ya li ser sînorê Colana dagirkirî kir. Rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Bi erêkirina Îsraîlê, Rûsyayê li pîka destpêkirina şerê Quneytera da." Rojnameyê diyar kir ku hêzên hikumeta Sûriyeyê bi alîkariya sîwana ezmanî ya Rûsyayê çarçoveya çalakiya xwe ya leşkerî li başûrê rojavayê welat firehtir kir û derbasî parêzgeha Quneytera dibe. Li gorî agahiyan artêşa Sûriyeyê serweriya xwe li bajarokekî ferz kiriye.

Rojnameyê diyar kir ku gumana êrîşê hebû û li gorî çavdêran dema destpêkirina êrîşê di hefteya borî de di civîna serokê Rûsyayê Vladimêir Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho de hatiye diyarkirin. Natanyaho beriya ku ji Moskov derkeve bal kişand ser xetên sor ên Îsraîlê ku divê Îran û milîsên ji qada şer ve nêzîk nebin û li gorî hevpeymana tunebûna pevçûnan li devera tampon tev bigerin.

Çekdar ji Deraayê derketin û danûstandinên girêdayî bajarê Newa berdewam in

Rojnameya El-Heyat girêdayî heman mijarê manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Dijwariya li Quneytera li rex derketina opozîsyonê ji Deraayê". Rojnameyê diyar kir ku balafirên şer deverên Quneytera armanc girtin û di heman demê de çekdarên opozîsyonê ji bajarê Deraa derketin û danûstandinên ji bo rêgirtina li pêşiya derbasbûna rêjîmê li bajarê Newa berdewam in. Opozîsyonê û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê destnîşan kir ku êrîşên ezmanî li dijî Quneytera piştî têkçûna danûstandinan pêk hatin.

Îsraîlê baregeheke rêjîmê topbaran kir

Rojnameya El-Heyat nivîseke xwe ya din wiha bi nav kir: "Îsraîlê baregeheke leşkerî ya rêjîma Sûriyeyê li gundewarên Helebê topbaran kir". Rojnameyê xwe spart nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) û diyar kir ku Îsraîlê şevê din baregeheke leşkerî ya rêjîma Sûriyeyê li bakurê balafirgeha El-Neyreb a gundewarê Helebê topbaran kir û di encamê de tenê ziyanên madî derketin.

Hizbullah hewl dide têkiliyên di navbera Beyrût û Şamê de vegerîne

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah beriya avakirina hikumeta El-Herîrî têkiliyan bi Sûriyeyê re vedigerîne". Rojnameyê got ku li gorî çavkaniyên siyasî yên Lubnanê, tîma alîgiriya Hizbullahê dike, xebatên xwe ji bo vegerandina têkiliyên siyasî di navbera Beyrût û Şamê de dest pê kirine da ku wek mercekî nû li pêşiya avakirina hikumetê pêşkêş bikin. Çavkaniyan destnîşan kir ku daxuyaniyên di vê derbarê de û li rex bangên berê yên sekretêrê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah zêde dibin.

Kêmasiyeke destûrî avakirina hikumeta Lubnanê dereng dixe

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Muhlet vekirî ye... kêmasiyeke destûrî avakirina hikumeta Lubnanê dereng dixe". Rojnameyê  got ku hejmareke mezin ji pisporên destûrî piştrast kir ku kêmasiyeke bingehîn di destûra Lubnanê de heye û dihêle ku avakirina hikumetê dereng bixe û rê li pêşiya hemû aliyan vedike ku asta daxwazên xwe bilind bikin. Ew e ku destûr behsa muhleteke diyar nake. Tevî ku di ser erkdarkirina serok Seed El-Herîrî ji bo avakirina hikumetê du meh derbas nebûne jî di van rojên borî de lêgerîneke cidî li jêderên kêmasiyan pêk hat ku her car avakirina hikumetê dereng dixe.

Rayedarên Iraqê hewl didin rê li pêşiya belavbûna xwepêşandanan bigirin

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyan behsa xwepêşandan û nerazîbûnên gel li başûrê Iraqê kir. Rojnameya El-Ereb girêdayî mijarê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Gelo 3 milyar dolar serhildana Iraqê dişikîne?" Rojnameyê got ku siyasetmedar û oldarên Iraqê bi demê re di nava pêşbirkê de ne da ku rê li pêşiya belavbûna serhildana Iraqê bigirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku rayedarên oldar û di nava wan de rêberê lêvegerê li Necefê û daxuyaniya di roja 7'emîn a nerazîbûnan de armanc ew e ku alîkariyê bi çîna desthilatdar re bike da ku karibin serweriya li ser rewşa li başûrê Iraqê bikin. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî soz da xwepêşandêran ku dê 3 milyar dolar ji parêzgeha Besra re veqetîne da ku rewşa xizmetguzarî ya giştî baş bibe.

Xwepêşandanên Iraqê ji bîrên petrolê ve nêzîk dibin

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên li başûrê Iraqê ji petrolê ve nêzîk dibin". Rojnameyê destnîşan kir ku çarçoveya xwepêşandanên li dijî gendeliyê li başûrê Iraqê fireh dibe. Di encamê de du kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha xwepêşandêran hewl dan ku derbasî navendên rêveberiyê û bîrên petrolê bibin. Xwepêşandêran hewl da derbasî avahiya parêzgeha Besra jî bibin, lê hêzên asayîşê rê li pêşiya wan girt. Çavkaniyan ragihand ku di hewldanên xwepêşandêran a nêzîkbûna ji bîrên petrolê 40 welatî birîndar bûn.

Lûtkeya Helsinkî komeke dosyayên navneteweyî gotûbêj dike

Girêdayî lûtkeya Helsinkî ya di navbera herdu serokên Amerîka û Rûsyayê de rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Lûtkeya Helsinkî.. asta gumanan daketî ye û erêkirina rola Rûsyayê ya navnetewî". Rojnameyê ragihand ku îro serokê Amerîka Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Helsinkî lûtkeyekê lidar dixînin û dê komeke dosyayên navnetewî gotûbêj bikin. Li gorî daxuyaniyên beriya lidarixstina lûtkeyê herdu serok dê dosyayên weke Ukraniya, Qurim, NATO, çekên stratejîk, Sûriye, nukleriya Îranê, şerê sîber û destwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka ya sala 2016'an de gotûbêj bikin. Her wiha li ser maseyê şerê Filistîn û Îsraîlê û şerê Afganistanê jî hene û dibe ku herdu serokê mijarên aborî yên weke cezayên rojavayî li ser Rûsyayê gotûbêj bikin.

Bi navbênkariya Misrê li Xezayê agirbest

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Çarenûsa agirbesta li Xeza bi firokên kaxez û balonên şewtandinê diyar dibe". Rojnameyê got ku Misrê karibûn agirbestekê di navbera tabûrên Filistînê û Îsraîlê de li Xezayê pêk bîne, lê diyar e pûç e ji ber ku nakokî girêdayî firokên kaxezî û balonên şewitandinê ye.

Rojnameyê li ser navê serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho ragihand ku agirbest li gorî Îsraîlê firokên kaxezî jî digire nava xwe.