‘Ji saet 11.00’an heta 15.00’an zêde dernekevin derve’

Bijîşkan ji ber germahiya zêde gel hişyar kir ku di navbera saet 11.00 û 15.00’an de zêde dernekevin derve, dema derdikevin jî xwe bi kremên tavê, sîwan û kefiyan ji tavê biparêzin û her wiha vexwarinên wekî av û dew vexwin.

‘Ji saet 11.00’an heta 15.00’an zêde dernekevin derve’
‘Ji saet 11.00’an heta 15.00’an zêde dernekevin derve’
‘Ji saet 11.00’an heta 15.00’an zêde dernekevin derve’
‘Ji saet 11.00’an heta 15.00’an zêde dernekevin derve’
16 tîrmeh, 2018   08:56

BÊRÎTAN MEDUSA – SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Pileya germahiya bajarê Qamişlo û herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê di werza zivistanê de derdorê 10-15 pile ye. Werza (demsal) payîzê derdorê 19-35 pile, werza biharê derdora 16-39 û werza havînê jî derdora 40-50 pileyan e. Di werza havînê de germahiyeke zêde heye. Her çendî cihekî çandiniyê be jî, li herêmê berhemên wekî genim, garis, zebze û fêkî bên çandin jî, dar nehatine çandin. Ev jî dibe sedema hewayek hişk û ziwa.

Di van mehên havînê de bi taybet mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebax û Îlonê de germahiyeke zêde çêdibe. Germ dibe sedema ku gel kêm derdikeve derve û kesên ku derdikevin metirsiya nexweşiyan li ser çêdibe.

Bijîşkan li ser bandorên germahiyê, parastina ji germahiyê, bikaranîna xwarin û vexwarinê û saetên derketina derve agahî dan.

‘Dema derketin ber tavê xwe bi şemsiye û kefiyan biparêzin’

Dr. Mihemed Nûr Mûsilî diyar kir ku mehên Tîrmeh,Tebax û heta nîva Îlonê dê germahî dijwar be.  Mûsilî destnîşan kir ku ew her tim nexweşên xwe di aliyê parastina ji tavê de agahdar dikin û wiha got:  “Divê gel ji saet 11.00’an heta 15.00’an zêde dernekeve derve. Eger derkevin jî divê xwe bi şemsiye an jî tiştek danîn ser serê xwe, xwe biparêzin.” Mûsilî bal kişand ser nexweşiyên ji ber germahiyê û wiha pê de çû: “Kesên ku herî zêde bandora germahiyê lê dibe karker, sporvan, şivan û zarok in. Bi taybet kesên ku nexweşiyên şekir, tifo, zext û zarokên biçûk ku fîzîka wan zeîf e, tav zêde bandorê lê dike. Divê ev kes di saetên nîvro de dernekevin derve.”

‘Zêde mayîna ber tavê dibe sedema tifo, zikçûn, ziwabûn, jehrîbûn, serêş û vereşînê’

Li gorî agahiyên me ji bijîşkan girt ji derveyî kesên nexweş zêde mayîna ber tavê bi xwe re şewata çerm, zikçûyîn, jehrîbûyîn, vereşandin, serêş, ketina zextê, tifo, ziwabûna laş û xurtbûna gelek nexweşiyên din bi xwe re tîne. Dr. Mûsilî anî ziman ku dema we kesekî ji rokê bandor bûyî dît, yekem wî bibin ber siyê, ava sar an jî cemedê bidin ser ser, binçeng û lingan, dew, şerbet, avê bidin vexwarin û heke baş nebû bibin nexweşxaneyekê.

‘Xwarinên zêde li ber tavê mane nexwin’

Dr. Mûsilî gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Bila xwarinên zêde li ber rokê mane bi kar neynin, ji ber ku dibin sedema jehrîbûnê. Divê av, şerbet, zebze, fêkî û dew bê xwarin û vexwarin. Divê kremên ji tavê diparêzin bên bikaranîn.”

Bijîşka zarokan Dr. Cîhan Birahîm Şahîn jî bal kişand ser nexweşiyên zarokan û got ku nexweşiyên zarokan ên ji ber sedema germahiyê çêdibin grîp, îltihaba rûviyan, kurm, zikçûn, ziwabûn û vereşîn e.

ANHA