Li Şehbayê hejmara mirinan û nexweşan zêde dibin

Ji ber kêmbûna derman û alavên tendrûstiyê yên pêwîst, hejmara mirin û nexewşan li kantona Şehbayê di nav şêniyên Efrînê de zêde dibin. Li ser wê rêveberên nexweşxaneya Avrîn bang li rêxistin û aliyên têkildar kirin ku ji bo rêgirtina li ber wefatê, alav û pêdiviyên pêwîst ji wan re peyda bikin, kir.

Li Şehbayê hejmara mirinan û nexweşan zêde dibin
16 tîrmeh, 2018   05:38

ELÎ KEDRO - CAFER CAFO / ŞEHBA

Komîteyên tendrûstiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurd li kantona Şehbayê bi derfetên kêm ji bo şêniyên Efrînê bi erkên xwe radibin. Nexweşxaneya Avrîn û gelek nuqteyên tendrûstiyê li herêmê û navçeyên kantona Şehbayê vekirin.

Ji ber dorpêçkirina kantona Şehbayê, komîteyên tendrûstiyên nikarin derman û pêwîstiyên tendirûstî ji bo dermankirina nexweşan derbasî kantonê bikin û her wiha nikarin nexweşan jî derxînin derveyî kantonê. Bi vê yekê metirsiyên zêdebûna wefiyatan zêde dibe.

Li gorî endamê Rêveber a nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê Mihemed Şêxo, ji ber dagikirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û komkujiyên ku li Efrînê li dijî sivîlan pêk aniye, şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bibin.

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber dorpêçkirina kantona Şehbayê gelek astengiyan dikşînin û hin nexewşiyan ji ber kêm derfetan û kêmbûna dermanan, nikarin derman bikin, lewra gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin.

Her wiha Şêxo ev tişt billêv kir,"Pêwîstiya gelek nexweşan bi derketina dervî kantona Şehbayê heye. Pêwîstiya 30 nexweşên penceşêrê bi dermankirina lezgîn hene, 27 nexweşên wêranê, 7 nexweşên Telesîmiya û 450 nexweş li hêviya erêkirina derkertina dervî kantonê ne."

Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku serdana kantonê bikin, rewşa azarên şêniyên Efrînê bi çavên xwe bibînin û alîkariya wan bikin da ku rê li ber wefiyatan bigirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji ber kêm dermanan, zarokê bi navê Beyrem Dede (1), welatiyê bi navê Selah Îbrahîm (45), Selah Mihemed (56) û keça bi navê Meryem Ebdo (15) û ciwanên bi navê  Mehmûd Meimo (20) sal jiyana xwe ji dest dan e.

(ekîp)

ANHA