Meclîsa Sûriya Demokratîk wê îro kongreya xwe ya sêyemîn li dar bixe

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) dê îro kongreya xwe ya sêyemîn li Akademiya Jinên Sûriyê ya li taxa Ewle ya Tebqayê lidar bixe.

Meclîsa Sûriya Demokratîk wê îro kongreya xwe ya sêyemîn li dar bixe
16 tîrmeh, 2018   05:16

TEBQA

Meclîsa Sûriya Demokratîk wê di saetên pêş de kongreya xwe ya sêyemîn bi beşdarbûna Hevserokê MSD'ê Ilham Ehmed û Riyad Derar destpê bike. Tê payîn ku 270 delege, mêvanên ji hemû pêkhateyan ên ji parêzerên Sûriyê û şandeyek ji Ewropa, her wiha hejmarek şandeyên Rêveberiyên Demokratîk ên Bakurê Sûriyê beşdarî kongreyê bibin.

Komîteya Amadekar a Kongreyê diyar kir ku tê payîn şandeyek ji Bakurê Kurdistanê jî beşdarî kongreyê biba, lê dewleta Tirk rê neda şande derbasî Bakurê Sûriyê bibe.

Komîteya Amadekar her wiha destnîşan kir ku tê payîn  hevserokên nû ji MSD'ê re werin hilbijartin.

(ekîp)

ANHA