ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-07-2018
16 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

-Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) dê kongreya xwe ya sêyemîn li Akademiya Jin a Tebqayê lidar bixe. (BI WÊNE û DÎMEN)

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- TEV-DED'ê ji bo nirxandina rewşa dawî siyasî bi şênî û rûspiyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo re dicive. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîna Fîlim Rojava li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo fîlimê "Nîqaş" pêşkêş dike. Saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel ku projeyên siyasî û hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê ti encam negirtin, di heman demê de li gel dijwariya şer û nakokiyên hêzên navdewletî yên li ser Sûriyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya sêyemîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama kêmbûna derferên dermankirinê de hejmara wefiyatên Efrînê yên li Şehbayê zêde dibin. Rêveberê Nexweşxaneya Avirîn bang li rêxistinên mirovî û aliyên peywendîdar kir ku berpirsyariya xwe pêk bînin û anî ziman ku bi sedan nexweş hene û pêwîstiya wan bi dermankirina lezgîn heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mesûd Hesen ê Efrînî, di encamên kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê serpêhatiyeke bi êş û azar jiyan kir heye, diyar kir ku jiyana li koçberiyê di nava gelê xwe de ji jiyana li welatekî dagirkerî baştir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Taybetmendiya Sûriyeyê û bi taybet herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi rengîniya xwe ya etnîk, neteweyî û şaristanî cîwaz e. Lê ji ber zîhniyeta dewletê ya tunekirin û înkarê û hewldanên desthilatdariyê ya pişaftina diyardeyên kevnar ên mozaîka civakî ya Sûriyeyê rewş aloz bû. Rewşa gelê kurd ê bindest di rêjeya yekemîn de ye ku xwedî dîrokeke kevnar di Sûriyeyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şardariya Gel a Çilaxa ji destpêka vê salê ve gelek proje girêdayî sererastkirina xetên kenalîzasyonê û rê û bedewkirina bajar û vekirina parkan pêk aniye û ji bo demên pêş pilsazî danî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi bilindbpna pileya germê re zehmetiyên koçberên kampa Minbicê zêde dibe. Koçber banga alîkariyê li rêxistinên mirovahî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi sponseriya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Girê Spî Komîteya Taybet dest bi sererastkirina mezara Şehîd Mehmûd Tiûmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA