Erdogan zavayê xwe di Meclisa Şêwirmendiya Leşkerî de jî bi cih kir

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan zavayê xwe Berat Albayrak kir wezîrê darayî û îro jî biryarek derxist û pergala Meclisa Şêwirmendiyê ya Leşkerî ya Bilind guherand û zavayê xwe di vê meclisê de jî bi cih kir.

Erdogan zavayê xwe di Meclisa Şêwirmendiya Leşkerî de jî bi cih kir
15 tîrmeh, 2018   10:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro biryareke serokatiyê derxist û li gorî wê dê pergala Meclisa Şêwirmendiya Leşkerî ya Bilind biguherîne. Li gorî biryarê serok dikare banga civîna meclisê bike û Desteya Leşkerî ya Artêşa Tirk dikeve bin serweriya Wezareta Parastinê. Erdogan her wiha bi vê biryarê zavayê xwe Berat Albayrak li rex Wezîrê Perwerdehiyê di Meclisê de bi cih kir.

Beriya vê biryarê Meclisa Şêwirmendiya Leşkerî li ser daxwaza serokwezîr diciviya û piştî serweriya Wezareta Parastinê li ser Desteya Leşkerî ya Artêşê êdî bi giştî girêdayî Erdogan e.

Çavdêran diyar kir ku Erdogan bi van gavên xwe hewl dide di demeke nêz de desthilatdariya xwe li ser giştî dewletê ferz bike û kesayetên nêzî xwe di payeyên hesas de erkdar dike da ku karibe rikberên xwe tune bike.