Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Şamê û Girkê Legê hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa yên herêma Cizîrê û şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê, bi merasîman şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Şamê û Girkê Legê hatin bibîranîn
15 tîrmeh, 2018   10:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Girkê Legê merasîma bîranîna şehîdên 14' ê Tîrmehê li dar xist. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan hate organîzekirin. Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa û endamên saziyan beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

Mihemed bal kişand ser cihê dîrokî yê şehîdên destpêkê yên tevgera azadiya Kurdistanê li zindan û li serê çiyayên Kurdistanê û ev tişt got: “Berxwedana ku her roj bilind dibe û li Rojava û bi taybet Efrînê, berdewama berxwedana 14`ê Tîrmehê ye. Bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmehê em gihaştin berxwedana 19' ê Tîrmehê li Rojava.ʺ

Piştî axaftinê, der barê têkoşîn û berxwedana 14`ê Tîrmehê de sînevîzyonek hate pêşkêşkirin. Her wiha helbest ji aliyê rewşenbîran ve hatin xwendin.

Merasîm bi stranên şoreşgerî ku ji aliyê Koma Serhildan ve hatin gotin, bi dawî bû.

ŞAM

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê bi civînekê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn. Civîn ji aliyê TEV-DEM`ê ve hate organîzekirin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê TEV-DEM û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku çalakiya qehremanî ya ku Akfî Yilmaz, Kemal Pîr û hemû hevalên ku di zindanên dewleta faşîst a tirk de rojiya mirinê girt, ew bû çirûska destpêka şoreşê û serkeftinê ya ku gelê kurd ku îro bi saya wê gihaştiye vê astê.

Di dawiya axaftinan de, soza şopandina rêya şehîdên 14`ê Tîrmehê û hemû şehîdên Kurdistanê heta rizgarkirina tevahiya gelên Rojava û Kurdistanê hate dayîn.

Civîn bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA