Fermandarekî tevgera Fetih û kurî wî hatin kuştin

Îro di saetên serê sibê de li nêzî Birc El-Wehde ya Xezayê teqînek pêk hat. Di encama wê de yek ji fermandarên Ketîbeyên Şehîdên El-Eqsa baskê leşkerî yê Tevgera Fetih û kurê wî hatin kuştin, her wiha kesek jî birîndar bû.

Fermandarekî tevgera Fetih û kurî wî hatin kuştin
15 tîrmeh, 2018   09:59

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ji bajarê Xezayê diyar kir ku îro di saetên sibê de li bajarê Xezayê teqîneke mezin pêk hat. Di encama wê de yek ji fermandarên Ketîbeyên Şehîdên El-Eqsa baskê leşkerî yê Tevgera Fetih Ehmed Hesan (35) û kurê wî Liwey (13) hatin kuştin û welatiyek jî bi giranî birîndar bû .

Hêzên Îsraîlê diyar kir ku wan Ehmed Hesan hedef negirtiye. Her wiha çavkaniyên ewlekariyê ji ajansa me diyar kir ku teqîn ji ber êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê pêk hatiye.

Piştî balafirên şer ên Îsraîlê navendên tevgra Hemas topbaran kirin, çekdaran jî zêdetirî 100 fûze ber bi sînor ve avêtin. Yek ji berpirsên Filistînê got ku Îsraîl û komên çekdar ên Filistînê li Xezayê li ser agirbestê li hev kir û ev teqîn pêk hat.

Her wiha koma El-Cîhad El-Îslamî bi daxuyaniyekê got ku wan li hev kiriye.

(bx/ew)

ANHA