Mijarên hefteya derbasbûyî yên rojnameyên ereban-PANORAMA

Rojnameyên ereban di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser hemleya rêjîma Sûriyê ya ji bo girtina Deraa ku wekî bajarê destpêkê yê şoreşa Sûriyê tê naskirin, di heman demê de çalakiyên li Iraqê ku gel li dijî hikûmeta Iraqê lidar xistin, li aliyê din rawestandina şer ku di navbera Isyûbiya û Erîtiya bi awayekî fermî hate ragîhandin.

Mijarên hefteya derbasbûyî yên rojnameyên ereban-PANORAMA
15 tîrmeh, 2018   04:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Mijarên sereke yên hefteya derbasbûyî di rojnameyên ereban de ketina rêjîma Sûriyê ya Derayê bû, her wiha metirsîna çeteyan ku li Idlibê jî heman rewş pêk were, li aliyê din çalakiyên gelê Iraqê, carekde hikûmeta libnanê ku heta niha ne hatiye avakirin û rawerstandina şer di navbera Esyûbiya û Erîtîriya derketin pêş.

Hêzên rêjîmê Deraa xistine çemberê

Di vê mijarê de gelek nivîs û nirxandin di rojnameyên ereban de derketin pêş. Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîma Sûriyeyê hebûna xwe li nêzî sînorên bi Urdunê re xurt dike û aloziya derxistina çekdaran di cih de maye". Rojnameyê diyar kir ku rêjîmê li deverên nêzî sînorê di navbera Sûriye û Urdunê de ji bilî berîka di bin serweriya DAIŞ'ê de hêzên xwe belav dike. Dosya veguhestina çekdaran jî ku bi hevpeymana Rûsyayê ya veguhestina ber bi Idlibê ve nerazî ne, hêjî di cihê xwe de maye.

Rojnameya El-Heyat her wiha got ku Hêzên rêjîmê Dera Dorpêç kirine û hebûna xwe li Başûr bi hêz kir" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên rêjîmê hebûna xwe ya li Başûrê Sûriyê zêde kir û êdî xeta sînorê bi Urdinê de piştî 5 salan bidest xist.

Balafirên rêjîmê bargehên nêzî Golan bombebaran kir

Di rewşa Meydanî de rojnameya El-Şeriq El-Ewst sernavê "Balafirên rêjîma Sûriyê komên girêdayî DAIŞ'ê li nêzî girê Golan bombebnaran kir" rojnameyê got ku piştî 3 salan ev cara yekem e ku hêzên rêjîmê cesaret dike ku li çeteyên DAIŞ'ê yên li gola Yermûk bi cih bûne bombebaran bike. Cihê behsa mijarê tenê deh kîlometir nêzî sînorê Îsraîlê ye.

Çeteyên Tirkiê ditirsin sînaryoya Deraa li idlibê jî pêk were

Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Opoziyonê ditirse tiştê li Dera pêk hat, li Idlibê jî bi be" avêt. Rojnaemyê got ku opozisyonpê ditire titşê li Deraa pêk hat li Idlibê jî pêk were û rê ji rêjîmê re were day în ku di Idlibê de êrîşên dijwar pêk bîne.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewst jî derbarê girtina Dera sernavê "Rsûiya 'cihê destpêka destpêka şoreşê girtin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çekerên rêjîma Sûriyê bajarê Dera ji çekdarên opozisoê derxistin.

Çeteyên Tirkiyeyê metirsiyan jiyan dikin

Bi nêzîkbûna çareserkirina dosya başûrê Sûriyeyê re rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Der barê paşeroja Idlibê de çi heye?". Erkdariya Tirkiyeyê ya serweriya li ser çekên giran û bidawîkirina dosya El-Nusra li ber têkçûnê ye. Rojnameyê diyar kir ku niha çav li ser bermahiyên opozîsyonê yên li parêzgeha Idlibê û derdora wê li bakurê Sûriyeyê ne.

McGurk serdana Reqa kir

Girêdayî hin mijarên din ên Sûriyeyê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "rêjîmê ziyaneke mezin ji êrîşa opozîsyonê ya li dijî baregehên Laziqiyê dît". Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Piştî êrîşa opozîsyonê li dijî Laziqiyê topbaraneke dijwar bi ser Idlibê ve hat". Heman rojnameyê nivîseke xwe ya din wiha bi nav kir: "şandeyê Trump li Reqayê bi Kurdan re civiya". Rojnameyê ragihand ku li gorî çapemeniya nêzî Hêzên Sûriya Demokratîk wêneyên şandeyê serokê Amarîka Donald Turmp ê karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk li bajarê Reqayê belav bûne. Rojnameyê diyar kir ku di navbera Brett McGurk li rex hin efserên Koalîsyona navnetewî û Meclîsa Sivîl a Reqayê ya girêdayî QSD'ê de civînek pêk hatiye.

Rewşa Irarqê û çalakiyên gel

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Ebadî ji bo hêdîkirinê serdana Besra kir. Sîstanî piştgiriya daxwazên xwepêşandêran dike". Rojnameyê ragihand ku Lêvegera Şîayî ya bilind li Iraqê li parêzgeha Besra diyar kir ku daxwazên xwepêşandêran di cih de ne. Serokwezîr Heyder Ebadî jî serdana parêzgehê kir da ku rewşê hêdî bike.

Sîstenî piştgirî da çalakvanên Besra

Rojnameya El-Şeriq El-Eset jî sernavê " El-Ebadî li Bseraya û SÎstanî piştgirî da çalakvanan" avêt. Rojnameyiê got ku lêvegera Şîya ya bilind li Irarê jî li parêzgeha Besra piştgirî da çalakvanên li Besera û got ku heqî bi çalakvanan re ye.

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîlê dorpêça xwe li ser Gaza dijwar kir". Rojnameyê destnîşan kir ku desthilatdariya dagirkeriya Îsraîlê gavên cezakirinê yên nû li dijî herêma Gaza avêtin da ku zextê li Tevgera Hemas bike ji bo eva dawî dîlên Îsraîlê serbest berde. Îsraîlê deriyê Kerem Ebû Salim girt ku weke damara jiyanê ya aborî û bazirganiya Gazayê ye. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho gefa hin gavên cezakirinê yên din xwarin.

El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pilana niştecîbûneke nû ya Îsraîlê li berava Derya Mirî" rojnameyê diyar kir ku di dema ku Filistînî li ser erdê berxwedana xwe berdewam dikin rayedarên dagirkeriya Îsraîlê hewl dide Xan El-Ehmer a rojhilatê Qudisê hilweşîne û di çarçoveya projeyeke nû ya niştecîkirinê de hewl dide welatiyên wê koçber bike. Wezareta Karên Derve ya Filistînê hişyarî da ku pilaneke Îsraîlê ya avakirina niştecîgeheke nû li berava Derya Mirî heye.

Rojnameyê xwe spart dezgehên çapemeniyê yên Ubrî ku di bin hinceta geştewariyê de Îsraîl hewl dide niştecîgehekê ava bike.

Koalîsyona Erebî Hizib El-Ah li Yemenê tewanbar dike

Rojnameya El-Ereb sernavê "Têkçûna Hûsiyîn, tewanbariya Hisba El-Ah di şerê Yemenê  de nîşan dide" avêt. El-Herîrî li pêş peywireke dijwar a nexşandina pêkhatebûna hikumeteke edalet e

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Quds El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî banga hêzan dike da ku daxwazên xwe daxînin: yek ji sêyan a Hizbullah di hikumetê de betal e". Rojnameyê diyar kir ku Seed El-Herîrî rêzehevdîtinên xwe li Bêt Weset bi serokên bilokên siyasî û nûnerên hêzan re pêk anîn û ji wan xwest ku daxwazên xwe ji bo avakirina hikumetê û nûnertiya siyasî daxînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku peywira El-Herîrî diyar e ne hêsan e ji ber ku xwe radestkirin ne berdest e, weke ku hin çavkanî dibêjin. El-Herîrî xebatên xwe ji bo nexşandina pêkhatebûna hikumetê berdewam dike.

Şerê Isyûbiya û Irîtîriya bi dawî bû

Rojnameya El-şeriq El-Ewest derbarê mijarê de sernaêv "Isyûbiya û Irîtiya dawiya şer ragîhandin" Rojn ameyê got ku herdû welatan fermî daxuyaniya hevbeş dan û ragîhandin ku dawî li şer anîn .