ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-07-2018
15 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Kongreya Star li kantona Kobanê dê konferansa xwe ya duyemîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê lidar bixe. Saet di 08.30 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li bajarê Kobanê, gund û navçeyê wê di çarçoveya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê rêzeçalakî werin lidarxistin (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîna Rojava ya Sînema wê şaxê xwe li bajarê Kobanê bi merasîmekê vebike. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatek ku ji Efrînê vegeriyaye jiyana di bin fermana Artêşa Tirk û çeteyên wê de kabûse û nayê qedandin. Endamên malbata behsa mijarê dane zanîn ku ji ber wê yekê biryar dan ku ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin herêma Şehbayê. Malbat piştî sefera 4 rojan û pereyên zêde ku dan bendên çeteyan xwe gihandin Şehbayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê rêveber ê Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Tirkî El-Dendel hemû rêxistin û komeleyên ruxset girtine û li Reqayê kar dikin, rexne kirin û got ku hejmara rêxistinan li Reqayê zêde bûye, lê alîkariyên pêwîst ji welatiyan re pêşkêş nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLTÎK

-Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriya  Demokratîk Hikmet Hebîb diyar kir ku ew ê kongreya sêeyîm a MSD'ê sibe (16'ê tîrmehê) lidar bixin û tekez kir ku di Kongreyê de dê hin guhertinan di aliyê rêvegerî û rêxistinî di karê MSD'ê de bikin. (BI WÊNE Û DÎ MEN)

-Hevserokê MSD'ê Riyad Derar diyar kir ku ew danûstendinan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê esas digrin û destnîşan kir ku ew ji bo aramî, ewlekarî û berjewendiya gelê Sûriyê dûrîç şerê li ser desthildariyê tekoşîn dikin. Hebîb li ser rêjîma Sûriyê jî got ku divê ji cilê xwe yê kevin derkeve û cilên avakirinê yên nû lixwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Hêzên rêjîmê bajarê Deraa yê Sûriyê ku navê "Mehda El-Sewra" (Destpêka şoreşê) lê tê kirin bi dest xist. Li Iraqê jî di navbera welatiyan û hikûmetê de pevçûn derketin, çalakiyên welatiyan di encama bêkarî û nebûna xizmetguzariyê destpê kirin. Li aliyê din bi awayekî fermî di navbera Esyûbiya û Erîtîriya şer hate rawestandin. (BI WÊNE)

DOSYA

- Bê guman di destpêka sala 2011'an de buyerên cûda rû dan û gel ber bi gaveke çarenûsî ve çû. Di encamê de serhildan pêk hat da ku ber bi azadiyê û demokrasiyê ve biçin. Serhildana gelan li gorî pênaseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi "Buhara Gelan" a qonaxa Rojhilata Navîn hate pênasekirin. Di van 8 salên fedekarî û tevgera gel de gelê Kurd û şoreşa wan bi roleke pêşeng di rizgarkirina gelan de rabûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê bi hevkariya hin kean parkên giştî yên bajar amade kirin û ji welatiyan re vekirin. Welatî li van parkan bîna xwe vedidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dikanên zebzeyan ên navçeya Eyn Îsa ya Girê SPî di van deman de geş dibe, bi taybet ji ber buhayên zebzeyan kêm dibe û ev yek jî bandorek erênî li welatiyên herêmê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA