'Rêxistinên mirovî li Reqayê erka xwe pêk naynin'

Endamê rêveber ê Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Tirkî El-Dendel hemû rêxistin û komeleyên ruxset girtine û li Reqayê kar dikin, rexne kirin û got ku hejmara rêxistinan li Reqayê zêde bûye, lê alîkariyên pêwîst ji welatiyan re pêşkêş nakin.

'Rêxistinên mirovî li Reqayê erka xwe pêk naynin'
15 tîrmeh, 2018   06:08

XALID EL-CUMA / REQA

Piştî bajarê Reqa bi destê şervanên QSD'ê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, rêxistin û komeleyên alîkariyan ên ruxset ji Meclisa Sivîl a Reqayê girtine, zêde bûn. Endamê Rêveber ê Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Tirkî El-Dendel der barê kar û xebatên wan rêxistinan de ji ajansa me re axivî û got ku hejmara rêxistinan zêde bûye, lê wekî tê xwestin erka xwe pêk naynin.

El-Dendel, da zanîn ku hejmara rêxistinan derdora 43’yan e, lê di rastiyê de û li ser erdê tenê 4 an jî 6 rêxistin hene û kar dikin û ev tişt anî ziman: "Tevî rêxistinên behsa mijarê ruxsetên xwe li gel Meclisa Sivîl a Reqayê çêkirin, lê bi hinceta ku mayin hene, nikarin tevgerê bikin, erka xwe pêk naynin."

El-Dendel, da zanîn ku rêxistin îdayên ne rast dikin û wiha dom kir: "Dibêjin ku bajarê Reqayê tijî mayîn e. Çawa wiha dibe û Reqa tijî welatî ne. Şêniyên piraniya taxên Reqayê vegeriyane û tax tijî ne. Mayin hatine paqijkirin, lê hin mayinên ku nehatine dîtin hene, lê ew ne li cihên niştecîbûnê ne. Hemû mayinên li ber çavan bûn hatine bêbandorkirin û niha Reqa tijî mirov e."

El-Dendel, her wiha da zanîn ku nabe ew rêxistin li bendê bin heta tevahî herêma Reqayê ji mayinan were paqijkirin û wiha dom kir: "Heta niha mayinên Şerê Cîhanê yê Duyemîn li hin cihan hene. Carinan têne dîtin. Tiştekî ne di cih de ye ku ew rêxistin li benda rakirina mayinan bin."

'Pêwîstiya Reqayê bi temîrê heye'

El-Dendel der barê alîkariyên pêwîst de jî da zanîn ku pêwîstiya Reqayê bi temîrê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwîstiya Reqayê ne tenê bi alîkariyên lojistîk heye, lê belê pêwîstî bi tureyên ceyranê, kanalîzyon û piştgiriya çandiniyê jî heye. Hejmarek mezin ji taxên Reqayê hîn tu alîkarî ji rêxistinan nedîtine."

Endamê rêveber ê Buroya Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Tirkî El-Dendel di dawiya axaftina xwe de jî got ku Meclisa Sivîl a Reqayê tevî bêderfetiyan jî alîkariya welatiyan dike û ev tişt anî ziman: "Erê em alîkariyan ji welatiyan re pêşkêş dikin. Tu hêza leşkerî jî parastina me nake. Em amade ne parastina rêxistinên alîkariyan belav dikin, bikin. Heger rast dixwazin alîkar bin, em ê piştgiriya wan bikin. Banga min ji hemû rêxistinan re ew e ku erka xwe pêk bînin û alîkariyan pêşkêş bikin."

ANHA