2 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn Tebqayê 2 bazirganên madeyên hişbir û narkotîkê ragirtin û mîqdareke madeyên hişbirê ku li ba wan bûn, desteser kirin.

2 bazirganên narkotîkê hatin girtin
14 tîrmeh, 2018   10:45

TEBQA

Buroya Dij-Sûcdariyê ya Tebqayê ragihand ku piştî şopandin û payîna tevgera du kesên gumanbar, Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi ser malekê de çû û tê de 2 bazirganên narkotîk û madeyên hişbirê girtin û di heman malê de mîqdareke madeyên hişbirê desteser kirin. Madeyên narkotîkê ku di depoya avê de hatibûn veşartin, ev in: 13 kîlogram hevîrê heşîşê, 4 hezar û 65 heb kaptagon.

Buroyê destnîşan kir ku ev made bingeha civakî têk dibin û got ku her du kesên hatine ragirtin hewaleyî Komîteya Dadwerî û Lêpirsînê hatin kirin da ku bêne cezakirin.

ANHA