Ciwanên Firatê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi  meşekê bi bîr anîn

Ciwanên herêma Firatê li bajarê Kobanê bi boneya salvegera Berxwedana Zîndanan a 14'ê tîrmehê meşek li dar xistin.

Ciwanên Firatê şehîdên 14`ê Tîrmehê bi  meşekê bi bîr anîn
14 tîrmeh, 2018   10:07

KOBANÊ

Ciwanên herêma Firatê bi boneya salvegera berxwedana zindanan 14'ê Tîrmehê li bajarê Kobanê bi tevlêbûna dehan ciwanên Herêma Firatê meşek organîze kir.

Ciwanan di meşê de alên YCR, YJC,PYD, û pankertên bi nîvîsa "bijî serok Apo, Bê serok jiyan nabe", " li hember Dagirkeriyê Tirk serî hilde, şer bike, Efrînê azad bikin" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn.

Meş ji serê kolan Sariya Ozgor (kolana 48) dest pê kir ta qada Jina Azad berdewam bû.

Li qada Jina Azad meşvan deqeyekê rêzgirtin li ser rihê şehîdan rawestiyan. Paşê ji aliyê Endamê Komîteya Ciwanên Herêma Firatê Mezlûm Mistî ve daxuyaniyek hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro li herçar parçeyên Kurdisatanê dagirkeriya tê jiyîn û li hermeber van dagirkeriyan berxwedan gelê Kurd berdewam e. Gelê Kurd bi salan li hemberî dagirkerî, pişaftin, qirkirkirin û tunekirinê li ber xwe dide û têdikoşe. Îro jî gelê Kurd li hamberî dijminê zulmkar û xwînvexwar bê deng nemaye.  Di serê xwe yê netewanî de bedel û şehîd dane û ciwanên xwe feda kirine. Gelê Kurd li hemberî şerê herî qirêj û mezin rû bi rû maye û dîsa jî ax, rûmet û wijdana xwe parastiye û şehîdbûn weke rûmet girtiye dest.

Bi zihniyeta tunekirinê ya dagirkeriya Tirk li her çar paçeyên Kurdistanê şerekî qirêj û dijî mirovatî tê meşandin.

Çawa ku duh li Dêrsimê, geliyê Zîlan isyana agirî Seyîd Riza, Şêx Seîd, Elîşêr û Zarifeyan, li Sûrê Cizîr, Nisêbîn, Şirnax, Çiyager, Zeryan, Andok, Axîn, Hogir, Harûn, Nûda û dayîkan serî netewandin, berxwedana îro jî li Efrîn, Başûrê Kurdistanê, Qendîl û Bakurê Kurdistanê heman berxwedana bê hempa bê navber tê meşandin.

Çawa ku PKK li hemberî dagirkeriyê derket û nirxên mirovahî û gel parastin û ji bo azadiya wan şer kir û heta niha têkoşîna xwe didomîne. Îro jî heman çand berxwedanî tê jiyankirin çawa ku me derketina xwe wekî mezlûman, Çaran, Xeyrî, Kemal, Akif û Elî Çiçekan, Zîlan Sema û Gulan wan bedena xwe kirin agir di rojiya mirinê de heland, li herberî îxanetkaran em bê deng neman û ji bo gelê xwe canê xwe fedakirin. Em ê îro jî xwe bikin agir, canê xwe feda bikin û li ber xwe bidin û li hemberî îxantkarê ku axa xwe, gel xwe difroşin bê deng namînin. Em ê hesab ji wan bixwezin. Bi rihê 14'ê tîrmehê em ê dagirkeriya Tirk îxantê girêj têk bibin. Bila Erdogan, Nêçîrvan Barzanî û hemû hevkarên wan baş bizanibin ku ciwanên Kurd, li hemberî dagirkeriyê bê deng namînin û dê şer dike û heta dawî li ber xwe bidin û dijminê xwînvexwar, îxaneta qirêj ê hesab bixwezin. Gelê Kurd dê tola şehîdên xwe rake."

Meş bi durişmeyên "Bijî serok APO, Bê serok jiyan nabin, Li hemberî dagirkeriyê Tirk serî hilde, şer bike û Efrînê rêzgarbikin" hat bi dawî kirin.

Hêjayî gotinê ku di 14'ê tîrmeha 1982'an de rojiya mirinê ji aliyê çend şoreşgerên tevgera azadiyê ve hate destpêkirin û ev berxwedan jî bo destpêka berxwedan pêvejoyek nû li her çar parçeyên Kurdistanê.

ANHA