Çalakiyên li Iraqê berbelav dibin

Li dijî çalakiyên ku li Besrayê ya Iraqê dest pê kirin û her ku diçe li başûrê welêt belav dibin, serokwezîr Ebadî ferman da artêşê ku xwe amade bikin.

Çalakiyên li Iraqê berbelav dibin
14 tîrmeh, 2018   10:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên ku beriya çend rojan li Besrayê ji ber sedema kêmbûna xizmetê û qutbûna elektrîkê dest pê kirin, li Necef, Meyzan û Nasiriyê yên başûrê welêt jî berbelav bûn.

Serokê Meclisa Bajêr a Zukkarê Hamîd el Hizî diyar kir ku li Zîgarê îro çalakiyan dest pê kir, gel dixwaze xizmetên sereke yên mîna av û elektrîkê werin başkirin.

Midûrê Polîsan ê Zukkarê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ji duh ve di çalakiyan de 36 peywirdarên ewlehiyê, bi tevahî 42 kes birîndar bûne.

Berdevkê  Çapemeniyê yê Midûriyeta Tenduristiyê yê Meydanê Mihemmed Kinanî der barê mijarê de destnîşan kir ku di çalakiyan de sivîlek hatiye kuştin û 15 sivîl birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku 2 kes mirine û 28 kes birîndar bûne.

Endamê Komîsyona Ewlehiyê ya Necefê Kazim Celîcavî jî got ku li Necefê çalakvan derketin kuçeyan û destek dane çalakiyên li Basrayê.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî piştî ku ji Brukselê civîna NATO’yê vegeriya, bi rayedarên ewlehiyê re civiya.

Çalakvan hatin ber otela ku Ebadî lê ye û hewl dan bikevin hundir. Çalakvan ji ber sedema ku xizmeta elektrîk û avê kêm didin bang li rayedarên xwecih dikin ku îstîfa bikin.

Hate gotin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê tedbîrên xwe şidandine, avahiyên hikumetê têne parastin û rêyên ku diçine ser Herêma Kesk hatine girtin. Ebadî piştî civîna bi Desteya Wezîran re got li pişt çalakiyan hin kom hene. Ebadî wiha got: “Çalakiyên bi rengê aştiyê ji mafê her kesî ne. Lê hin kom berê çalakvanan dane çalakiyên wiha ku ziyanê bidin malê dewletê.’’

Ebadî bang li hêzên ewlehiyê kir ku li dijî çalakiyan li ser peywira xwe hazir bin.

Lîderê Tevgera Sadr Mukteda El Sadr li ser hesabê xwe yê Twitterê got ew ê destwerdana li gel qebûl nekin û bang li çalakvanan jî kir ku ziyanê nedin malê dewletê.