Bajarê berxwedanê ji bo salvegera şoreşê xwe amade dike

Amadekariyên salvegera Şoreşa Rojava ya 6`emîn li Kobanê didomin. Komîteya amadekar a mîhrîcanê da zanîn ku bernameya wan gelek çalakiyan di nav xwe de dihewîne û dê sibê dest pê bike.

Bajarê berxwedanê ji bo salvegera şoreşê xwe amade dike
13 tîrmeh, 2018   11:28

KOBANÊ

Pêkhateyên Bakûrê Sûriyeyê-Rojava xwe amade dikin da ku salvegera 6`emîn a Şoreşa Rojava pîroz bikin ku çirûska wê ya yekemîn li Kobanê pêk hat. Tê zanîn ku dê mîhrîcan li ser asta Bakurê Sûriyeyê bê lidarxistin û wê hemû şandeyên herêmê di nav de cih bigirin.  

Endama komîteya amadekar a şahiyên salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê Gulistan Etî da zanîn ku wê mîhrîcan gelek çalakiyan di nav xwe de bihewîne, her wekî semînerên siyasî, şevbêrkên helbestan, çalakiyên werzîşê û hin pêşkêşiyên çand û şanoyê jî dê tê de hebin.

Gulistan da zanîn ku wan gelek vexwendname ji kesayet û aliyên li bakur û başûrê Kurdistanê re jî şandine.

Li gorî bernameyê dê çalakî sibê bi meşeke meşeleyan ku rêxistina Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê organîze dikin, dest pê bike. Her wiha dê kolanên bajar û deriyên derbasbûnê jî werin xemilandin.

Hêjayî gotinê ye ku ev mîhrîcana duyemîn e li bajarê Kobanê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê tê lidarxistin.

(ekîb)

ANHA