Ji PKK'ê peyama 14’ê Tîrmehê: Berxwedaneke wiha dê serkeftineke mezin biafirîne

Komîteya Rêveber a PKK'ê berxwedana 14'ê Tîrmehê wek "Roja Rûmeta Neteweyî" pênase kir û li dijî faşîzmê ji bo berxwedana topyekûn bang kir.

Ji PKK'ê peyama 14’ê Tîrmehê: Berxwedaneke wiha dê serkeftineke mezin biafirîne
13 tîrmeh, 2018   10:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera 36'an a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK'ê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku rê li ber berxwedana azadiyê ya Kurdistanê vekir, careke din silav kir û wiha got: "Em vê Roja Rûmeta Neteweyî li Rêber Apo, hemû hevrêyên xwe û gelê xwe pîroz dikin, di şexsê afirînerên berxwedana mezin Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din dibêjin ku li ser xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê em ê li ser şopa şehîdên xwe heta serkeftinê bimeşin.”

Tê zanîn ku biryara berxwedana dîrokî ya ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya hemdem, li Zindana Amedê ji aliyê hevrê Mazlûm, Hayrî û Kemal ve hatiye dayîn. Wek gel û tevger, ev 36 sal e em li ser bingeha vê berxwedana dîrokî dimeşin û bi ser dikevin. 36 sal e hemû destkeftiyên bi navê azadî û hebûna kurdan li ser bingeha vê xetê di nava têkoşînê de tên afirandin. Lewma bandora baldarî û sewqkirinê ya berxwedana mezin îro jî bi rengekî zindî dewam dike. Xet û ruhê serketinê yê 14'ê Tîrmehê îro jî rêya me ronî dike.

Wekî ku tê zanîn, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ya li zindana Amedê hate kirin, yekemîn çalakiya mezin e ku li dijî derbeya leşkerî-faşîst a 12'ê Îlona 1980'yî hatiye kirin û ji aliyê îdeolojîk ve ew têk biriye. Lewma berxwedana li dijî faşîzmê, ruh, xet, wêrekî û fedakarî û rêbaza serketinê temsîl dike. Nîşanî me dide ku berxwedana li dijî faşîzmê divê çawa be û rêya serkeftinê radixe pêş çavan. Xeta berxwedana fedayî ya partiya me ya li dijî faşîzmê aşkera kiriye. Ji aliyê Rêber Apo ve wek 'Çalakiyeke têrker û yekgirtî ya ku xeta berxwedanê ya partiya me temsîl dike' hatiye nirxandin û pênasekirin.

Bêguman wek gel û tevger, mîna duh em îro jî li dijî faşîzmê bi lehengî li ber xwe didin. Di vê berxwedana dîrokî ya hebûn û azadiyê de, Berxwedana Zindana Amedê rêya me ronî dike. Ya rast, faşîzma tirk hîn di qonaxa destpêkê ya avabûnê de ji aliyê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ve hate têkbirin. Erdogan-Bahçelî îro hewl didin faşîzma ku gelek caran bi berxwedana şoreşgerî hatiye têkbirin û bûye enqaz, ji nû ve zindî bikin û li ser vê bingehê emrê wê dirêj bikin. Ji bo vê jî, komkujî, teror û zexteke faşîst dikin ku ji ya rejîma derbeya faşîst a 12'ê Îlonê dijwartir e. Di êrîşa faşîst-qirker a topyekûn de guh nadin exlaq û pîvanên hiqûqê. Piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê hewl didin polîtîkayên xwe yên dijminatiya li kurdan, qirkirin û êrîşkariyê girantir bikin.

Li dijî êrîşên faşîst ên 12'ê Îlonê, 14'ê Tîrmeha 1982'yan li zindanê û 15'ê Tebaxa 1984'an li çiyê çi hatibe kirin, îro jî tevgera me, gelê me û hemû hêzên şoreşger-demokratîk li dijî êrîşên faşîst ên AKP-MHP'ê li her qadê heman tiştî dikin. Li dijî êrîşên faşîst-qirker ên topyekûn, berxwedana azadiyê ya topyekûn tê kirin. Bi pêşengiya jin û ciwanan, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gerîlayên me yên leheng, hêzên siyaseta demokratîk û di serî de Rêber Apo û hemû hevrêyên dîlgirtî li dijî rejîma faşîst-qirker di xeta fedayî ya 14'ê Tîrmehê de li ber xwe didin. Çawa ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê serketina herî mezin a îdeolojîk a dîrokê bi dest xist, berxwedana şoreşgerî ya topyekûn a tevgera me û gelê me jî wê îro serketina herî mezin a leşkerî û siyasî ya dîrokê bi dest bixin. Ji bo vê jî girîng e xeta serkeftinê û ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê baştir bê fêmkirin û bi rengekî afirîner bi cih were anîn.

Ya ku zehmet bû ji holê hatiye rakirin û serketin hatiye bidestxistin. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ji aliyê îdeolojîk ve faşîzm têk biriye, pêşî li wê yekê vekiriye ku bi temamî ji holê were rakirin û xet û ruhê vê yekê afirandiye. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em xwe bi vî ruhî xurttir bikin, vê xetê hîn bi kûrahî fêm bikin û bipejirînin, li ser vê bingehê ji bo jiholêrakirina faşîzma Erdogan-Bahçelî em bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin. Aşkera ye ku berxwedaneke bi vî rengî dê serkeftineke mezin a dîrokî biafirîne.

Li ser vê bingehê em Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê careke din silav dikin, şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, Roja Rûmeta Neteweyî li Rêber Apo û gelê xwe pîroz dikin û bang li hemû hevrê û gelê xwe dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê xwe di xeta serkeftinê û berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê de bêhtir bi rêxistn bikin, hîn bi xurtî tê bikoşin û serkeftineke mezin bi dest bixin."