Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 

Yekitiya Ciwanên Rojava li Til Temir bi merasîmekê navenda xwe vekir. Rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava Fewaz Seydo di merasîmê de axaftinek kir û diyar kir ku dê heta serkeftinê li hemberî dagirkeriyê têkoşîna xwe bidomînin.

Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 
Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 
Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 
Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 
Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 
Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 
Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 
Ciwanên Rojava li Til Temir navenda xwe vekir 
13 tîrmeh, 2018   10:25

HESEKÊ

Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan navenda  xwe ya Şehîd Navdar Serhed li herêma Til Temir bi merasîmeke fermî vekir. Di merasîma vekirina navendê de, bi dehan şêniyên heremê, endamên saziyên navçeyê û ciwanên Til Temir û Hesekê jî amade bûn. 

Merasîma vekirina navendê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava Fewaz Seydo axivî û wiha got: "Em wek Yekitiya Ciwanên Rojava îro navenda xwe vedikin da ku em li ser rêya şehîdên şoreşê bimeşin."   

Seydo da zanîn  ku gelên heremê gelek pêşketin û deskeftî bi saya hevgirtina xwe û xwîna şehîdan pêk anîne û wiha berdewam kir: "Tişta herî girîng ew e ku Ciwanên Rojava meşa têkoşînê di nava Şoreşa Rojava de li ser rêya şehîdan berdewam bikin, hetanî serkeftinê parastina deskeftiyên şoreşê bikin."

Piştî bidawîkirina gotinan, Koma Şehîd Zîlan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê stranên folklorîk pêşkêş kirin. Paşê deriyê navendê ji aliyê dayika 3 şehîdan; Mezlûm, Hogir û Şêrman ve hate vekirin. Merasîma vekirina navendê bi xelekên govendê ji aliyê mêvanan ve bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Serhed ku navend li ser navê wî hatiye vekirin, dema beşdarî şerê Berxwedana Serdemê bû, şehîd ket.

ANHA