Hêzên rêjîmê herêmên Hema û Idlibê topbaran kirin  

Hêzên rêjîmê herêmên bakurê Hema û rojavayê Idlibê topbaran kirin, di encamê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest da.   

Hêzên rêjîmê herêmên Hema û Idlibê topbaran kirin  
13 tîrmeh, 2018   09:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rêjîma Sûriyeyê îro serê sibê, hin cih li gundê El-Zekat yê dikeve herêma bakurê Hemayê topbaran kir, lê hejmara kesên kuştî û birîndar nehat zanîn.

Topbarana îro ku hate kirin, bi êrîşên hêzên rêjîmê re ku duh li ser heremên Kefer Zêta û El-Letaminê û hin gundên Markeb, El-Erbeîn û El-Zekat yên herêma bakurê Hemayê de pêk hat.   

Her wiha balafirên leşkerî yên hêzên rêjîmê heremên gundê Kenîsa Benî Iz ya herêma bajarê Cisir El-Şexûr ya aliyê rojavayê herêma Idlibê topbaran kirin. 

Êrîşa hêzên rêjîmê li ser herêma Idlibê, piştî du rojan ku komên çekdar êrîşî hin cihên hêzên rêjîmê kir, li herêma Lazqiyê tên, di êrîşê de 50`î leşkerên hêzên rêjîmê birîndar bûn û hatin kuştin.

(ekîb)