ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.07.2018
12 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, ji bo bîranîna şehîdên meha Tîrmehê merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan organîze dike. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Kobanê amadekariyên pêşwazîkirina salvegera 6'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê diyar kir ku hedefa Tirkiye yê ne Qendîlê, dixwazin wek Efrînê gelê Kurd ji herêma başûr jî derbixin û li ser daxûyaniyên Neçîrvan Berzanî jî wiha axifîn: “Daxuyaniya Barzanî erzankirina xwîna Kurdan e, ev dagirkerî berdewam bike dê başûrê Kurdistanê parçe bibe. Ji ber ku çapemenî jî di destê PDK’ê de ye, rojnameger nikarin vê xeteriyê ragihînin bala gel.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Omer Salih daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî rexne kir û got ku hevbendî bi dijmin re nabe, Barzanî bi vê daxuyaniyê hevkariya xwe ya bi Erdogan re tîne ziman û Barzanî bûye berdevkê Erdogan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hejmarek ji jinên bajaroka Girbawî ya Qamişlo, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya têkoşîn û azadiyê nîşanî jinan kiriye, tu hêz an sîstem nedikarî vê yekê bike. Jinan gotin ku armanca dewleta Tirk a ferizkirina tecrîda li ser wî têkbirina îradeya jina azad e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Bi girtina deriyê Kerem Ebû Salim ji aliyê Israîl ve, nirxên zebze û mêwan li Xezayê bilind bûye, ew jî bandorek li ser karîna welatiya ya kirînê kir. Çavdêrek aborî diyar kir ku sedema bingehîn a buhabûnê, ew e ku bazirgan tehekumê bi madeyan û buhayên wê dikine. Ji aliyê xwe ve Wezareta Çandiniyê hewl dide buhaya madeyan kontrol bike. (BI WÊNE).

CIWAN

- Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Duyemîn a Ciwanên Rojhilata Navîn Akif Mustefa anî ziman ku amadekariyên konferansê li Rojava didomin û destnîşan kir ku armancên konferansê xurtkirina rola ciwanan a di belavkirina fikirê Netewa Demokartîk e, da ku ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibin berisvin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Pîlanan Rûsya ya "Herêmên kêmkirina şer" ku di çarçoveya Astanyê de hatiyê pilankirin  li ser hesab komên navên "Opozisyona Sûriyê" li xwe dikin bi rêve diçe. (BI WÊNE).

ANHA