Ciwanên Tirbespiyê li dijî dagirkeriyê Tirkiyê daketin qadan

Ciwanên navçeya Tirbespiyê bi meşeke mişeleyan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Ciwanên Tirbespiyê li dijî dagirkeriyê Tirkiyê daketin qadan
Ciwanên Tirbespiyê li dijî dagirkeriyê Tirkiyê daketin qadan
Ciwanên Tirbespiyê li dijî dagirkeriyê Tirkiyê daketin qadan
11 tîrmeh, 2018   19:56

QAMIŞLO

Bi dehan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Tirbespiyê bi meşeke meşeleyan êrîşên dagirkeraTirk şermezar kirin.

Ciwanan li pêşiya navenda Kongraya Star kom bûn û alên Yekîtiya Ciwanên Rojava û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Meşa protestokirinê di nav sûka navendî re geriya. Ciwnan di wê navberê de dirûşmeya "Na ji dagirker Tirk re, em amade ne ji bo Kurdistanê şer bikin" berz kirin.

Meşa ciwanan li nêzî navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava rawestiya, li vir daxuyanî ji aliyê endamê Yekîtiyê ya navçeya Tirbespiyê Cangîr Kobanê ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wekî Yekîtiya Ciwanên Rojava êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û wekî êrîşêke bi armanca qetilkirina sivîlan û têkbirîna hêviyên gelên herêmên ên di azadiyê de bi nav dikin. Em dibînên ku dewleta Tirk a dagirker di nav bêdengiya navneteweyî de, êrîşên xwe yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê zêde dike. Li ser vê em bang li Civaka Neteweyî  dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û li hember hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirk bisekine".

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Qendîlê bi dawî bû.

(şx)

ANHA