Kobanê ji bo salvegera şoreşê xwe amade dike

Li Kobanê amadekariyên pêşwazîkirina salvegera 6'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kirin.

Kobanê ji bo salvegera şoreşê xwe amade dike
12 tîrmeh, 2018   04:20

KOBANÊ

Çirûska Şoreşa Rojava, 19'ê Tîrmeha 2012'an de ji Kobanê dest pê kir û li tevahî Rojava belav bû.

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê her sal li Rojava, Bakurê Sûriyê û tevahî Kurdistanî, û welatên din ên cîhanê tê pîrozkirin.

Bi nêzîkbûna salvegera şoreşê re, li kantona Kobanê amadekariyên pêşwazîkirina salvegerê destpê kir.

Di vê çarçoveyê de komîteyeke amadekar ji nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên kantona Kobanê hate avakirin. Komîteyê ji bo birêxistinkirina çalakariyan civînan lidar dixe.

Li gorî endamên komîteyê dê çalakî 14'ê mehê destpê bike. Her wiha dê mîhrîcaneke were organîzekirin, tê de çalakiyên çandî, civakî û hunerî werin lidarxistin

(şx)

ANHA