Şehîdê teqîna Minbicê bi merasîmeke heybet hate oxirkirin

Gelê Minbicê  bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîdê teqîna navçeya El-Heye ya Elî El-Hesên li goristana Şehîdên Minbicê oxir kirin.

Şehîdê teqîna Minbicê bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîdê teqîna Minbicê bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîdê teqîna Minbicê bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Şehîdê teqîna Minbicê bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
11 tîrmeh, 2018   16:59

MINIBC

Welatiyê Sivîl Elî El-Hisên di teqîna roja pênşemê de ya ku xwepêşdana li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya taxa El-Heyê ya bajarê Minbicê hedef girtibû, şehîd bû. Cenazeyê Elî  îro bi merasîmeke girseyî ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîdên Minbicê ve hate oxirkirin.

Bi sedan şêniyên herêmê, di nav de endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn.

Girseya gel cenazeyê şehîd Elî El-Hisên ji nexweşxaneya Firat wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê, deqeyek rêz hate girtin. Paşê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebûd El-Ibrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd Elî re xwest û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Ebûd anî ziman û bi saya van lehengan herêm  ji zulmê azad bûye.

Ibrahîm di berdewama axaftina xwe de got, "Em ji Erdogan û çeteyên wî re dibêjin ku em gelê Minbicê li hemberî êrîşan yek in, em dev ji watê xwe bernadin û rê nadin ku kesî ku tevliheviyê di navbera gelê de derbixîne. Em soz didin ku em ê xeta şehîdan bişopînin."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê Serokê Navenda Karûbarên Olî Elî El-Cemîlî di merasîm de axivî û got, "Îro jî em beşdarî merasîmê oxirkirina şehîdekî dibin, an li eniyên şer an jî destê xedirê û îxanetê dirêjî wan dike. Ev in ên ku ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyan xwîna xwe feda kirin."

Wesîqeya şehadetê ya Elî El-Hisên ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatima El-Dîba ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşemeyan spartin axê.

(bb)

ANHA