Li Efrînê 4 sivîlên din ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin

Li Efrînê 4 sivîlên din ji aliyê hêzên dagirker ve hatin revandin, her wiha talankirina mal û milkên sivîlan bê navber didomin.

Li Efrînê 4 sivîlên din ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin
11 tîrmeh, 2018   18:14

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco ya kantona Efrînê ji ajansa me ANHA'yê re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêş du rojan, 4 welatiyên gund revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin; Seyîd Hisên Mûsa (60), Xalid Hisên Mustefa (47), Enwer Elî Muslim (26) û Selah Elî Betal (23).

Çavkaniyî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku Xalid Hisên Mustefa revandin erebeya wî birin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker şevê din li gundê Sariya yê navçeya Mabata malên şêniyêna, avahî û kargehan şewitandin.

(bb)

ANHA