Komîteya Lihevanînê nakokiyên 20 salan çareser kirin

Komîteya Lihevanînê ya Meclîsa Sivîl a Herêma Teqayê bi hevakariya Hêzên Ewlekariya Hindirîn re xezmên ji êla Ziweyqat a bajaroka El-Cirniya ku ji beriya 20 salan ve nakokî di navbera wan de heye li hev anîn.

 Komîteya Lihevanînê nakokiyên 20 salan çareser kirin
11 tîrmeh, 2018   15:46

ESMEHAN UMER / TEBQA

Ji beriya 20 salan ve, li ser parvekirina milkên li gundê Mihenawî di navbera xizmên ji êla Ziweyqat nakokî derketiye. Ji wê demê ve tu alî nedikarî wan li hev werînin.

Hevserokê Meclîsa Gundê Mihenawî Ebdulezîz Xêro ê ji êla Ziweyqat û diyar kir ku pirsgirêka her du aliyan çend caran radestî dadeghên rêjîma Baas hate kirin, lê nehat çareserkirin.

Xêro anî ku Komîteya Lihevanînê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi her du aliyên dozê re civiyan û nêrînên wan guhdar kirin, da ku bighêjin encamekî li gorî razbûna her du aliyan. Xêro destnîşan kir ku komîteyê erd di navbera herdu aliyan de parve kir û herdu ew li hev anîn.

Xêro spasiya Komîte û hemû aliyên ku ev pirsgirêg çareserkirine, kir.

(şx)

ANHA