Sedan kesî ji malbatên 3 şervanên QSD'ê re xwestin

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo sedan kesî ji malbatên 3 şervanên QSD'ê re xwestin.

Sedan kesî ji malbatên 3 şervanên QSD'ê re xwestin
Sedan kesî ji malbatên 3 şervanên QSD'ê re xwestin
Sedan kesî ji malbatên 3 şervanên QSD'ê re xwestin
Sedan kesî ji malbatên 3 şervanên QSD'ê re xwestin
Sedan kesî ji malbatên 3 şervanên QSD'ê re xwestin
11 tîrmeh, 2018   15:05

QAMIŞLO

Şervanên QSD'ê Ebdullah Silêman (Elend), Temir Ibrahîm El-Hesen (Sincar Til Hemîs) û Hisên Mislih (Alan), di dîroka 8'ê vê mehê di encama teqîna meyînekê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê şehîd bibûn.

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlol,  tevî endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan ên taxên rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo, herikîn bin konê sersaxiyê yê 3 şervanên QSD'ê û sersaxî ji malabtên wan xwestin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û alên YPG'ê, YPJ'ê û QSD'ê xemilandibûn.

Merasîma serasaxiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Mehsûm Hesen axivî û fedekariya şehîdan a bi mebesta rizgarkirina herêm ji terorê û her wiha bi cihanîna aramiya herêmê anî ziman. Mehûsm sersaxî ji malbatên her 3'ê şehîdan re xwest û tekezkir ku, tekoşîna wan berdewam e ta pêkanîna armancên şehîdan e.

Di merasîmê de endama MSD'ê Diljîn Hisên axivî û got, "Ewlehiya û aramiya herêmê berhemên fedekariya van şehîdan e. Xwîna şehîdan ji bo ronîkirina riya şoreşê û azadiyê dikele, ev ronahî beyî ku xwîna kurd û ereban tevhev nebe, dê çawa hilde?.

Merasîn di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA