Rêveberiya Sivîl a Minbicê li şêniyên guhdar dike

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewawrên wê bi mebesta şîrovekirina rewşa siyasî ji şêniyan re, her wiha guhdarkirina pirsgirêkên civakî dest bi lidarxistina civînan kir.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê li şêniyên guhdar dike
Rêveberiya Sivîl a Minbicê li şêniyên guhdar dike
Rêveberiya Sivîl a Minbicê li şêniyên guhdar dike
Rêveberiya Sivîl a Minbicê li şêniyên guhdar dike
11 tîrmeh, 2018   13:43

MINBIC

Civîna yekemîn li gundê Eseliyê ya dikeve bakurrojaveyê bajarê Minbicê bi amadebûna Hevserokê Meclîsê Zagonsaz  Farûq El-Maşî, Rêvebera meclîsên xetan Fatma Beko, Endamê Meclîsa Dada Civakî Abdullrezaq, Endama Meclîsa Jinê Hala El-Hesen û Şêwermendê Rêveberiya Sivîl Ferhad Şiblî û bi dehan şêniyên gund hate lidarxistin.

Di civînê de Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî axivî û diyar kir ku gelê Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe di bajarê xwe de bi hevre dijîn û wiha anî ziman,"Hemû saziyên Minbicê ji aliyê şêniyên wê ve birêve diçin. Minbicê bi saya ked û xwîna şehîdan ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin."

El-Maşî di nava axaftina xwe de, bal kişand ser teqîna roja Pênçşemê ya di nava xwepêşdaran de pêk hat û anî ziman ku teqîn di nava sivîlên ku dijî dagirkeriya Tirkiyê de derketin, pêk hat û anî ziman ku teqîna di nava xwepêşandêran de pêk hat kiryarekî derexlaqî ye û ne mirovî ye.

El-Maşî di berdewamiya axaftina xwe de ev tiş anî ziman,"Gelek dezgehên çapemeniyê dibêjin ku rêjîma Sûriyê derbasî bajarê Minbicê bûye. Ev axaftin ji rastiy dûrin. Em weke xelkên Minbicê tu carî derfet nadin tu aliyên derve ku derbasî bajarê me bibe."

Paşê di navbera şêniyên û rêveberiyê de nîqaş li ser pirsgirêkên mazot, nan û qîrkirina rêyên gund hate kirin. Yek ji welatiyan li ser gefên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya bi Koalisyona navnetewî re pirsek kir.

Şêwermendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Ferhad El-Şeblî li ser wê pirsê got ku hevkariya wan bi Koalisyonê re tenê ji bo bersiva êrîşên dewleta Tirk bidin.

El-Şiblî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bilêv kir,"Xalên ku Tirkiyê û Koalisyon li ser lihev dikin bêyî erêkirina Rê   veberiya Sivîl a Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nayên pêk anîn."

Wek ku hatiye payîn wê Rêveberiya Sivîl bi armanca ku li şêniyan guhdar bike û zêdetir pirsgirêkên welatiyan nas bike wê civînên xwe yên bi vî awayê berdewam bike.

(bx)

ANHA