240 şervan tevlî pêngava Bagera Cizîrê bûn

240 endamên QSD`ê piştî ku li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn a li gundê Genterî perwerdeya xwe qedand, soz dan û tev li pêngava Bagera Cizîrê bûn. 

240 şervan tevlî pêngava Bagera Cizîrê bûn
11 tîrmeh, 2018   12:18

GIRÊ SPÎ

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Serhed Hesekê" ku 240 endam ji bajarên Dêrazor, Hesekê û Kobanê tev lê bûbûn, bi dawî kir. 

Perwerdeya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 15 rojan berdewam kir û di perwerdeyê de şervanan waneyên bîrdozî û leşkerî  dîtin.

Perwerde bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin, piştre merasîma leşkerî hate lidarxistin û fermandar Ciwan Genterî axivî û keda kesên ku li ser perwerdeyê disekinin pîroz kir.

Ciwan Genterî bidawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û tekez kir ku wê şerê li hemberî DAIŞ`ê berdewam be hetanî ku Sûriye bi tevahî ji çeteyan bê paqijkirin. Di dawiyê de şervanên ku tev li perwerdeyê bûn, soz dan û xwe amade kirin da ku berê xwe bidin Dêrazorê.

(ekib)

ANHA