Îsraîl derbasî sê aliyên Xezayê dibe

Îro di saetên serê vê sibê de alav û panzerên Îsraîlê derbasî bakur, başûrê û rojhilatê herêma Xazeyê bûn û hêzên deryayî yên Îsraîlê jî bi ser du nêçîrvanên masiyan de çûn û neçar kirin ku vegerin benderê.

Îsraîl derbasî sê aliyên Xezayê dibe
11 tîrmeh, 2018   11:23

XEZA

Nûçegihanê ajansa me li Xezayê ragihand ku 4 treksên Îsraîlê li devera Sofa ya rojhilatê bajarê Refeh ê başûrê herêma Xezayê derbasî herêmê bûn û gelek darên zeytûn û mêweyan hilkirin.

Li rojhilatê bajarokê Bêt Hanon ê bakurê herêma Xezayê jî 7 treksên Îsraîlê derbasî herêmê bûn û nêzî 50 donimên dar û zeviyan rêş kirin.

Di heman demê de hêzên Îsraîlê yên li seranserî xeta sînor gule li welatiyan barandin. Di encamê de tu ziyanên canî derneketin.

Nûçegihanê ANHA'yê diyar kir ku hêzên deryayî yên Îsraîlê bi ser masîvanên di deryayê de çûn û di bin gefa kuştinê de neçar kirin ku vegerin benderê.

Hêzên Îsraîlê rûpîvana derfeta nêçîrê ji 9 mîlên deryayî daxist 6 mîlan.

ANHA