Artêşa Yemenê li Taizê bi pêş de diçe

Artêşa Yemenê ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigire, di miduriyeta El-Selo ya başûrê rojhilatê parêzgeha Taiz de bi pêş de diçe. Her wiha hêzên hûsî jî maşîneyeke hêzên Yemenê li Tehîta rûxand.

Artêşa Yemenê li Taizê bi pêş de diçe
11 tîrmeh, 2018   11:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku artêşa Yemenê êrîşî navendên hêzên hûsî li miduriyeta El-Selo ya başûrê rojhilatê parêzgehê kir. Her wiha televîzyona El-Erebiye diyar kir ku artêşa Yemenê herêmên Sayla, bendav û geliyê Mewkaa yên li ser sînorê miduriyeta Xedîr a girêdayî parêzgeha Taizê xistin bin serweriya xwe.

Ji aliyekî din ve jî Toreya El-Mesîra ya çapemeniya nêzikî hûsiyan got ku hêzên hûsî roja Sêşemê li El-Tehîta ya li ser berava rojava maşîneyeke artêşa Yemenê ku tê de leşker hebûn, bi mayinekê teqand. Di encamê de endamên tîmê hatin kuştin.

(bx/ew)