Li bajarê Bêşawir ê Pakistanê teqîn: 20 mirî

Li bajarê Bêşawir ê rojavayê Pakistanê di teqînekê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Bêşawir ê Pakistanê teqîn: 20 mirî
11 tîrmeh, 2018   10:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Teqînê di nava girseyeke ku li bajarê Bêşawir ê rojavayê Pakistanê li hev kom bûbû de pêk hat. Di heman demê de Talîbanê teqîn girt ser xwe.   

Li gorî ajansa AFP`ê di teqînê de 20 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn. Birîndarên teqînê di her du nexweşxaneyên Bêşawirê de tên tedawîkirin.

Li gorî fermandarê tîmên rakirina mayinan Şefqet Malik, zarokekî xwekûj ê 16 salî derdora 8 kîlo teqemenî li xwe pêçaye û derdora 3 kîloyan ji parçeyên hesinî jî hilgirtiye û xwe teqand. 

Teqîn piştî çend saetan ji daxuyaniya berdevkê artêşê hat, ku dabû zanîn metirsiyên ewlehiyê gefan li hemleya hilbijartinên zagonî yên 25`ê Tîrmehê dixwe.

ANHA