Mijarên rojnameyên Erebî behs kirine ev in

Hêzên rêjîma Sûriyeyê hebûna xwe li ser sînorên bi Urdunê re xurt dike û destpêkirina çalakiyeke leşkerî li gundewarê rojavayê Deraayê nîşan dide. Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê jî li Bakurê Sûriyeyê metirsiyan jiyan dikin ku berê rêjîmê piştî wê ber bi parêzgeha Idlibê ve be. Çîn jî berê xwe dide Rojhilata Navîn da ku hevkariya Çînî – Erebî ber bi xaleke nû ve bide destpêkirin

Mijarên rojnameyên Erebî behs kirine ev in
11 tîrmeh, 2018   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijar û aloziyên Rojhilata Navîn kirin û bala xwe kişandin ser rewş û geşedanên li başûrê Sûriyeyê. Her wiha behsa xebatên avakirina hikûmeta nû ya Lubnanê û rewşa bajarê Mûsilê ya Îraqê piştî salekê ji rizgarkirina wê kirin. Her wiha behsa rewş û aloziya Yemenê û gelek mijarên din jî kirin.

Rêjîm li nêzî sînorên bi Urdunê re belav dibe û nîşana çalakiyeke leşkerî li rojavayê Deraa dide

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîma Sûriyeyê hebûna xwe li nêzî sînorên bi Urdunê re xurt dike û aloziya derxistina çekdaran di cih de maye". Rojnameyê diyar kir ku rêjîmê li deverên nêzî sînorê di navbera Sûriye û Urdunê de ji bilî berîka di bin serweriya DAIŞ'ê de hêzên xwe belav dike. Dosya veguhestina çekdaran jî ku bi hevpeymana Rûsyayê ya veguhestina ber bi Idlibê ve nerazî ne, hêjî di cihê xwe de maye.

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm nîşana çalakiyeke leşkerî li gundewarê rojavayê Deraa dide". Rojnameyê diyar kir ku danûstandinên di navbera Rûsya û nûnerên tabûrên leşkerî li gundewarê rojavayê Deraayê bê encam  bûn û tabûrên çekdar weke yên li gundewarê rojhilat deverên di bin serweriya wan de ne radestî hêzên rêjîmê nakin. Rêjîma Sûriyeyê jî nîşan da ku dê çalakiyeke leşkerî li gundewarê rojavayê Deraayê dest pê bike û di vê çarçoveyê de balefirên rêjîmê belavok barandin û têde ji çekdaran dixwaze ku çekên xwe radestî rêjîmê bikin. Rêjîmê xwest li endiya di bin serweriya Artêşa Xalid Bin Welîd de ku dilsoziya DAIŞ'ê dike pêşve biçe, lê rastî pevçûnên giran hat û siwareyeke bombekirî bi hêzên rêjîmê de hate teqandin. Di encamê de pêleke koçberiyê ber bi herêmên di bin serweriya tabûrên opozîsyonê de ne yên li nêzî sînorên di navbera Quneytera û Colana dagirkirî ve çûn.

Çeteyên Tirkiyeyê metirsiyan jiyan dikin

Bi nêzîkbûna çareserkirina dosya başûrê Sûriyeyê re rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Der barê paşeroja Idlibê de çi heye?". Erkdariya Tirkiyeyê ya serweriya li ser çekên giran û bidawîkirina dosya El-Nusra li ber têkçûnê ye. Rojnameyê diyar kir ku niha çav li ser bermahiyên opozîsyonê yên li parêzgeha Idlibê û derdora wê li bakurê Sûriyeyê ne.

McGurk serdana Reqa kir

Girêdayî hin mijarên din ên Sûriyeyê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "rêjîmê ziyaneke mezin ji êrîşa opozîsyonê ya li dijî baregehên Laziqiyê dît". Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Piştî êrîşa opozîsyonê li dijî Laziqiyê topbaraneke dijwar bi ser Idlibê ve hat". Heman rojnameyê nivîseke xwe ya din wiha bi nav kir: "şandeyê Trump li Reqayê bi Kurdan re civiya". Rojnameyê ragihand ku li gorî çapemeniya nêzî Hêzên Sûriya Demokratîk wêneyên şandeyê serokê Amarîka Donald Turmp ê karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk li bajarê Reqayê belav bûne. Rojnameyê diyar kir ku di navbera Brett McGurk li rex hin efserên Koalîsyona navnetewî û Meclîsa Sivîl a Reqayê ya girêdayî QSD'ê de civînek pêk hatiye.

Şêwrên avakirina hikûmeta Lubnanê berdewam in

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Dilaramiya xiristiyanan rê li pêşiya berdewama şêwrên avakirin hikûmetê vedike." Rojnameyê diyar kir ku tevgera şêwrmendiya siyasî ji gelek aliyan ve jinûve hate destpêkirin.

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah zextê bi riya Birrî li ser El-Herîrî dike da ku derbeyekê li hevpeymana mezhebî bide." Rojnameyê diyar kir ku hin çavkaniyên siyasî yên Lubnanê gotin ku axaftina serokê parlemanê Nebîh Birrî ya civîna ji bo gotûbêjkirina derengmayîna Seed El-Herîrî di avakirina hikûmetê de weke zexteke Hizbullah li ser serokwezîr hate destgirtin.

Rojnameyê destnîşan kir ku ev zext tê wateya derbeyekê li hemberî hevpeymana mezhebî ye û di encamê de El-Herîrî ji avakirina hikûmetê xwe vekişîne yan bi mercên dijberan razî bibe.

Salvegera rizgarkirina Mûsilê de bêhêvî li bajêr tê jiyîn

Girêdayî mijar û aloziyên Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "nîşanên vegera gendeliya ewlehî li Mûsilê derdikevin". Rojnameyê diyar kir ku piştî salekê ji rizgarkirina Mûsilê navenda parêzgeha Neynewa ji destên çeteyên DAIŞ'ê hin nîşanên derketina gendeliya ewlehî ji nû ve derdikevin. Welatiyên bajarê Mûsilê jî ji ber hilweşîna bajêr û lawazbûna xebatên jinûve avakirinê bêhêviyan jiyan dikin.

Çîn berê xwe dide Rojhilata Navîn

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Çîn riya ber bi Rojhilata Navîn ve bi 20 bilyon dolar weke kiredî vedike". Rojnameyê diyar kir ku serokê Çînê Şî Jînpîng gurzeke krediyan bi qasî 20 bilyon dolar radestî welatên Rojhilata Navî dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku Çîn piştî ku di destpêka hezarsaziya sêyemîn ve berê xwe dabû Afrîqa êdî berê xwe dide Rojhilata navîn û hewl dide hevkariya Çînî – Erebî ber bi xaleke destpêkê ve bibe.

Înîsyatîfa Hadî û Girifth ya ji bo serbestberdana dîl û girtiyan

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hevdîtinên di navbera Hadî û Girifth de balê dikişînin ser aliyên mirovahî û pevguhertina dîl û girtiyan." Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hadî û Girifth înîsyatîfa pevguhertina dîlan gotûbêj dikin". Rojnameyê diyar kir ku şandeyê navnetewî Martin Girifth vegeriya peytexta demkî Edenê û bi serok Ebdrebo Mensûr Hadî re civiya û înîsyatîfa serbestberdana hemû dîl û girtiyan gotûbêj kir.

Îsraîl rê li pêşiya gemiya Azadî 2 digire

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl rê li pêşiya gemiya Azadî 2 digire". Rojnameyê diyar kir ku hêzên artêşa Îsraîlê li pêşiya gemiya Azadî 2 derket piştî ku ji Gazayê ber bi Qubrisê ve diçû û hemû kesên di gemiyê de girtin. Hêzên Îsraîlê gemî ber bi bendereke nêzîk ve kişand.