Dibistana El-Şerîe ya Minbicê tê sererastkirin

Komîteyeke xebatê ya taybet a girêdayî Navenda Karûbarên Olî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê dest bi xebatên sererastkirina Dibistana El-Şerîe kir.

Dibistana El-Şerîe ya Minbicê tê sererastkirin
Dibistana El-Şerîe ya Minbicê tê sererastkirin
Dibistana El-Şerîe ya Minbicê tê sererastkirin
11 tîrmeh, 2018   09:43

MINBIC

"Dibistana Dar El-Erqem a Şerîe" li aliyê rojavayê bajarê Minbicê di sala 1993`yan de hate avakirin. Bi hezaran xwendekar li wê derê xwendina xwe bi dawî kirin. Di sala 2014`an ve ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate dagirkirin.

Çeteyên DAIŞ`ê dibistan veguherand girtîgehê. Zarokên ku çeteyan navê ‘Eşbal El-Xîlaf’ (Zarokên xîlafetê) li wan dikir, li wê derê perwerde dikirin. Her wiha çeteyan li aliyekî dibistanê jî madeyên teqemenî û fûze çêdikirin.

Di dibistanê û di Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla de di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên herî giran derketin. Ji ber cihê xwe yê stratejîk çeteyan wek xeteke parastinê bi kar dianîn.

Piştî du salan ji dagirkirina wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve, di 17`ê Tîrmeha 2016`an di Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla de şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibistan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

Ji ber şer û pevçûnên di dibistanê de çêbûn, dibistan xirab bû. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê berxwedaneke mezin kir, ji ber wê çeteyên DAIŞ`ê neçar man ku birevin lê beriya ku birevin gelek mayin danîn.

Navenda Karûbarên Olî ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê ji bo sererastkirina dibistanê werşeyek ava kir û komîteyek ji 5 kesan pêk tê kar û xebatên wan dişopîne.

Navenda Karûbarên Olî bi armanca sererastkirina hemû navendên olî û da ku bikeve aliyê fêrbûnê dest bi sererastkirina dibistanê kir. Di vê çarçoveyê de navendê dest bi serjimariya der barê navendên olî de kir da ku wan sererast bike. Kar û xebatên sererastkirinê tê payîn ku di nava 35 rojan de bi dawî bibin.

Di vê çarçoveyê de serokê Navenda Karûbarên Olî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê Elî El-Cemîlî got ku ew hemû karê serastkirinê dişopînin. El-Cemîl diyar kir ku rêveberiya Minbicê 2 milyon LS ji bo kar û xebatên sererastkirinê dane dibistanê.

(bx/ew)

ANHA