Meclisa Mihemediyê hate vekirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê, li herêma rojavayê Dêrazorê bi merasîmekê Meclisa Gel a gundê Mihêmidiyê vekir. Meclis bi navê Şehîd Xalid Deham El-Beşîre hate vekirin.

Meclisa Mihemediyê hate vekirin
Meclisa Mihemediyê hate vekirin
Meclisa Mihemediyê hate vekirin
Meclisa Mihemediyê hate vekirin
Meclisa Mihemediyê hate vekirin
Meclisa Mihemediyê hate vekirin
10 tîrmeh, 2018   12:18

DÊRAZOR

Di merasîma vekirina meclisa gundê Mihêmidiyê de, rêveberên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Şaredariyan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û xizmên şehîd Xalid Deham El-Beşîre amade bûn. 

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokên Meclisa Şehîd Xalid EL-Beşîre, Nehla El-Hesen û Beşîr El-Hisên vekirina meclisê li mêvanan pîroz kir û soz dan ku dê li gorî berpirsyariya ku gel avête ser milê wan, bin.  

Her wiha gelek axaftin hatin kirin, ji wan jî endama Mala Jinan Xedîca El-Casim, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Raxib El-Beşîr û li ser navê meclisên herêmî jî Hisên El-Raşid axivî. Axêveran vekirina meclisê pîroz kir û tekez kir ku meclis ji bo xizmeta welatiyan ava bûye.

Piştî bidawîkirina gotinan, deriyê meclisê ji aliyê birayê şehîd Xalid, Raxib El-Beşîr ve hate vekirin.

Hêjayî bibîrxistin ye ku şehîd Deham Beşîr di pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê de, di 28`ê Sibata 2017`an de li Girê Spî şehîd ket û ji gundê Mihêmidiyê ye.

ANHA