Şoreşa Rojava li ser tualê dineqişîne

Mehmûd Xelîl di sûkeke biçûk a Kobanê de huner û hestên xwe li ser tualan dineqişîne, ji aliyekî ve dibe çavê civakê û ji aliyê din ve jî hestên civakê li ser tualan dineqişîne.

Şoreşa Rojava li ser tualê dineqişîne
Şoreşa Rojava li ser tualê dineqişîne
Şoreşa Rojava li ser tualê dineqişîne
Şoreşa Rojava li ser tualê dineqişîne
Şoreşa Rojava li ser tualê dineqişîne
10 tîrmeh, 2018   08:59

WELAT FIRAT / KOBANÊ

Mehmûd Xelîl ku di atolyeyeke nêzî Sûka Tilel a Kobanê de bi hest û fikrên xwe tualan dineqişîne, ev 15 sal e karê hunerî dike. Xelîl 31 salî ye û 2 zarokên wî hene. Xelîl ji 2002’yan ve wêneyan çêdike û di binê hemû wêneyên ku çêdike de îmzeya Romeo datîne. Xelîl ku rewşa civakî ya rojava û bakurê Kurdistanê li ser tualan dineqişîne, di demên dawîn de jî firçeya xwe ji bo neqişandina Şoreşa Rojava li tualan dixe. 

Xelîl dibêje ku heta niha ew ji ber debara jiyanê di şert û mercên cuda de karên zehmet kirine, lê li rexmî hemû zehmetiyan jî dest ji çêkirina wêneyan bernedaye. Xelîl ku wênexêzên wekî Leonardo Da Vinci, Peter Paul, Michalengelo û Picaso ji xwe re mînak digire, dide zanîn ku her wênexêzek teknîkeke xwe ya taybet heye. Xelîl diyar dike ku ew îlhamê ji êş û keyfxweşiyên gelê kurd digire û di heman demê de dibe çavê civakê.

‘Ez di her wêneyekî de rastiya xwe dibînim’

Xelîl ku herî zêde Şoreşa Rojava dike mijara tualên xwe, wiha dibêje: “Di her wêneyê ku ez xêz dikim de rastiya xwe dibînim. Ev bi sed salan e ku dixwazin gelê kurd bi komkujî û qirkirinan tune bikin. Civaka kurd di dîrokê de her tim berxwedan û xiyanet li gel hev dîtine. Lê dema îro li kurdan dinêrin, dîroka me bi dengbêjiyê heta roja îro hatiye. Em jî dixwazin vê dîrokê bizivirînin berhemên nivîskî xw dîtbar. Mînaka di roja îro de jî Şoreşa Rojava ye. Ez jî wek hunermendekî kurd dixwazim Şoreşa Rojava bineqişînim û bi vî awayî xizmeta civakê bikim.”

 ‘Ez dixwazim Guernicaya Rojava xêz bikim’

Xelîl ku di gelek wêneyên xwe de balê dikişîne ser berxwedana Efrîn û Kobanê, di heman demê de portreyê kal û pîran jî çêdike. Xelîl tîne ziman ku di her rûyê qermiçî yê li ser tualên wî de êşên bi salan di nava xwe de vedişêrin. Xelîl mînaka tabloya Guernica ku hunermed Picasso di dema Şerê Navxweyî yê Îspanyayê de çêkiribû, dide û dibêje ku ew jî dixwaze Şoreşa Rojava bi xebateke wisa derbibire.

‘Wêne awêneya civakê ye’

Xelîl balê dikişîne ser tengasiyên ku wênexêz dikişînin û gotinên xwe wiha berdewam dike: “Em di şert û mercên zehmet de hewl didin karê xwe bikin. Di cîhanê de wênexêzî çiqek hunerê ye ku zêde eleqederî pê re çênabe. Em jî niha di herêma ku tê de dijîn heman tengasiyan dibînin. Wênexêzî awêne girtina li jiyana civakê ye. Lê li gel ku em karek wisan dikin jî kes eleqeyekî nîşan nade. Em li bendê ne ku her kes agahdarî xebatên bi vî awayî bin.”

ANHA