Erdogan zavayê xwe kir wezîrê darayî

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan zavayê xwe Berat Albayrak kir wezîrê darayî û xezîneyê. Her wiha piştî ku hikumeta nû hate ragihandin, nirxê lîrayên Tirkiyeyê dadikeve.

Erdogan zavayê xwe kir wezîrê darayî
10 tîrmeh, 2018   09:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan duh piştî ku sûnda destûrî ya ji bo serokatiya nû bi giştî serweriyan piştî ku dewlet veguherand pergala hikumeta serokkomariyê, avakirina hikumeta nû ragihand. Di heman demê de nirxê lîrayên Tirkiyeyê bi qasî ji sedî 2 li hemberî dolarê Amerîkayê daket.

Erkdarkirina Erdogan di serokkomariya Tirkiyeyê de bi serweriya wî li ser giştî aliyên dewletê piştî ku pergala parlemanê bi pergala hikumeta serokkomariyê hate guhertin. Ev guhertin ji damezirandina dewleta Tirkiyeyê ve beriya 95 salan pêk tê.

Yek ji guhertinên di nava wezaretan de ya hikumeta nû ew e ku zavayê Erdogan, Berat Albayrak wek wezîrê darayî û xezîneyê li şûna Metmet Şîmşek hate erkdarkirin. Di heman demê de nirxê lîrayên Tirkiyeyê bi qasî ji sedî 2 li hemberî dolarên Amerîkayê daket.

Tirkiye di van demên dawîn de di nav aloziyekê de ye û vê yekê hişt ku welat xwe bispêre razemeniyên derve ku heta asteke bilind paşve çûye.

Girîngiya ragihandina avakirina hikumeta nû ku ji 16 wezaretan pêk tê, ew e ku destpêka serdemeke nû ya desthilatdariya Tirkiyeyê bi sîstemeke nû ye û li gorî vê sîstema nû paya serokwezîrê Tirkiyeyê tê betalkirin û serweriya serokkomar berfirehtir dibe ku ji mafê wî ye hikumetê ava bike û guhertinan di wezaretan de çêke. Her wiha karmendên dewletê jî bêyî erêkirina parlemanê ji kar biavêje.