Pira El-Mensûr tê sererastkirin

Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca hêsankirina çûn û hatina şêniyan di nava her du beravên başûr û bakurê çemê Firatê re, dest bi sererastkirina pira Reqayê ya kevn (Pira El-Mensûr) kir.

Pira El-Mensûr tê sererastkirin
Pira El-Mensûr tê sererastkirin
Pira El-Mensûr tê sererastkirin
10 tîrmeh, 2018   08:57

XALID EL-CIMA / REQA

Li ser gilî û gazinên şêniyên Reqayê ji ber xiabbûna pira kevn, Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirina pirê kir. Tê payîn ku xebatên sererastkirinê 2 mehan derbas nekin.

Tê zanîn ku ji ber mayinkirina pira kevn ji hêla DAIŞ'ê ve, 90 metre ji dirêjahiya pirê xirab bû û ji xizmetê derket. Ji ber wê jî şêniyan ji bo çûn û hatinê keştiyên ku li herêmê wek “keştiyên mirinê” tên naskirin, bi kar tînin.

Der barê vê mijarê de berpirsê jinûvesererastkitina pirê Hisên El-Hesen wiha got: "Li ser gilî û gazinên şêniyan me dest bi xebatên sererastikina pirê kir. Di pêngava yekem de dê pir ji bermahiyan bê paqijkirin, piştre di pêngava duyem de dê were tamîrkirin".

Welatiyê bi navê Şadî El-Hesen kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: "Sererastkirina Meclisa Sivîl a Reqayê ya Pira Kevn wek xelatek ji şêniyên gundewarên başûrê Reqayê re ye".

Profîlek li ser dîroka Pira El-Mensûr

Pirê navê xwe ji xelîfeyê ebasiyan Ebû Ceîfer El-Mensûr girtiye. Brîtanya di sala 1942'yan de di dema ketina wê ji Sûriyê re di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, ev pir bi dirêjahiya 630 metre ava kir û navê Gît lê kir.

Pira El-Mensûr bûbû meqseda hemû şêniyên herêmê. Her wiha hunermendên herêmê jî gelek stran li ser pirê saz kiribûn.

(şx/ew)

ANHA