Her du xwişkên şehîd hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên du  xwişkên şehîd Dîlan û Dilyar Şêx Mehmûd ên ku di encama êrîşeka bombeyî de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a gundê Şercî ya girêdayî bajarê Hesekê, oxir kirin.

Her du xwişkên şehîd hatin oxirkirin
Her du xwişkên şehîd hatin oxirkirin
Her du xwişkên şehîd hatin oxirkirin
Her du xwişkên şehîd hatin oxirkirin
Her du xwişkên şehîd hatin oxirkirin
Her du xwişkên şehîd hatin oxirkirin
Her du xwişkên şehîd hatin oxirkirin
10 tîrmeh, 2018   08:09

HESEKÊ

Şêniyên Hesekê, endamên saziyên civaka sivîl û endam û rêveberên Meclisa Sûriya Demokratîk cenazeyên her du şehîdan endama Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Dîlan Şêx Mehmûd û xwişka wê Dilyar Şêx Mehmûd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîdan a gundê Şercî ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê yek ji rêveberên Kongreya Star Şêrîn Oso axivî û wiha got: ʺÎro bajarê Hesekê du stêrkên ku rêya me ronî kirin û bûne mînaka jina azad, oxir dike.ʺ

Şêrîn destnîşan kir ku bila dijmin baş bizane ku kiryarên wan ên tirsonek tu carî wan ji rêya têkoşîn, azadî û demokratiyê venagerîne. Şêrîn got ku ew ê heta dawiyê li ser rêya Dîlan û Dilyarê bin ku bûn sembola têkoşîna jin û ciwanan.

Ji rêveberên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Elbîn Ehmed axivî û da zanîn ku şehîd Dîlan ji bo têkoşîn û azadiya jinan mînak bû û wiha pê de çû: "Ji sala 2013`an ve şehîd Dîlan tev li nava refên ciwanan bûbû. Dîlan ji bo azadiya jinan bi dehan semîner di vê çarçoveyê de dabûn."

Elbîn di dawiya gotinên xwe de soza şopandina rêya her du şehîdan heta azadiyê da.

Her wiha bi navê Tevgera Veguhertina Kurdistanê Ebdullah Abdulqadir hedefgirtina her du xwişkan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Dijminên mirovahiyê ji jina azad û berxwedan û lehengiya jinan a di Şoreşa Rojava de ditirsin. Ji ber vê yekê jî dijminan her du xwişkên ku di destpêka Şoreşa Rojava de tev li xebatê bûbûn, hedef girtin.ʺ

Piştî axaftin bi dawî bûn, cenazeyên her du şehîdan li goristanê di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hin kesên nenas bombeyeke destan avêt mala endama Meclisa Sûriya Demokratîk Dîlan Şêx Mehmûd û di encamê de Dîlan û xwişka xwe Dilyar şehîd bûn.

(ekîb/kc)

ANHA