Mijarên îro di çapemeniya Erebî de cih girtine ev in

Piştî ku hêzên rêjîmê serweriya xwe li ser sînorên di navbera Sûriye û Urdunê de ferz kirin, niha ber bi şerê serweriya li ser herêma sînorên di navbera Sûriyeyê û Colana dagirkirî ve diçe. Li aliyê din qaşo opozîsyon ên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, ditirsin ku berê rêjîmê piştî bidawîkirina şerê li başûrê Sûriyeyê parêzgeha Idlibê be. Îran zextê li El-Ebadî dike da ku şêwermend û pisporên Amarîka ji welat derbixîne.

Mijarên îro di çapemeniya Erebî de cih girtine ev in
10 tîrmeh, 2018   07:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa komeke mijarên girîng ên herêmê kirin. Di serî de aloziya Sûriyeyê û geşedanên dawî li başûrê Sûriyeyê û metirsiyên çûndina rêjîmê ber bi parêzgeha Idlibê ve. Rojnameyan her wiha behsa şerê li Yemenê û gelek mijarên din ên weke zextên Îranê li ser El-Ebadî kirin. Her wiha hewldanên Îranê ya vekişandina darayîya xwe ji derve beriya ferzkirina cezayan li ser wê û dorpêça Îsraîlê ji Gazayê û gelek mijarên din.

Piştî Deraa rêjîm ber bi vekirina eniyeke nû li Quneytera ve diçe

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê, rojnameyên Erebî behsa geşedanên dawî li başûrê Sûriyeyê kirin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîmê 2 hezar leşkerên opozîsyonê li Deraayê xistin dorpêçê.. metirsiya tolhildana ji sivîlan derdikeve holê." Rojnameya Şerq El-Ewsat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Derbeya li hemberî lihevkirina başûr opozîsyona Deraayê dorpêç kir."

Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şamê Deraa û leşkerên wê dorpêç kir." Rojnameyê diyar kir ku rêjîma Sûriyeyê duh serweriya xwe li başûr li ser xeta sînorên di navbera Sûriyeyê û Urdunê de çespand. Hêzên Sûriyeyê ji 5 salan ve cara yekemîn e digihêjin xeta bi berîka di bin serweriya rêxistina DAIŞ'ê de. Diyar e rêjîma Sûriyeyê ber bi vekirina eniyeke nû li herêma sînor a di navbera Quneytera û Colana dagirkirî de diçe. Îsraîlê jî dubare gefa bersiveke tund xwar eger xeta rawestandina pevçûnan ku di sala 1974'an de hatiye îmzekirin, were şikandin.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku çekdarên opozîsyonê ragihandine ku artêşa rêjîmê û hevkarên wê berîkeke di bin serweriya opozîsyonê de li bajarê Deraa dorpêç kirine û ew ber bi serweriya temam li ser bajêr ve diçin ku weke dergûşa serhildana li dijî desthilatdariya serok Beşar El-Esed tê nasîn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan jî diyar kir ku xeta sînor ji parçzgeha Siwêda heta xeta tabûra "Artêşa Xalid" ku dilsoziya rêxistina DAIŞ'ê kiriye, êdî di bin serweriya rêjîmê de ye û got ku hêzên rêjîmê bêtirî 20 topan avêtin gelek deverên gundewarê parêzgeha Quneytera ya li ser sînorê bi Colana dagirkirî re.

Piştî bidawîbûna şerê li Başûr berê rêjîmê Idlib e

Rojnameyan her wiha behsa metirsiya qaşo opozîsyonê kir ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hevpeyman û lihevkirin pêk werin. Girêdayî mijarê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Opozîsyonê senaryoya Deraa li Idlibê jî guman dike". Rojnameyê diyar kir ku opozîsyona Sûriyeyê guman dike ku senaryoya parêzgeha Deraa li Idlibê were dubarekirin, tevî ku di nava hevpeymana "kêmpevçûnan" de ye ku di navbera hersê dewletên misogerkar ên çalakiya Astana de hatiye îmzekirin. Van gumanan hişt ku serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed dubare bêje: "Em giştî axa Sûriyeyê rizgar bikin, her çiqas di bin dagirkeriya kê de be jî."

Rojnameyê li ser zimanê serokê berê yê Koalîsyona Niştimanî Xalid Xoce ku ji endamtiya xwe istîfa kiriye diyar kir ku guman e senaryoya Deraayê li parêzgeha Idlibê û Bakurê Sûriyeyê dubare bibe. Xoce di rûpela xwe ya Tiwîterê de bersiv kesên li bakur dipirsin ku pişta xwe bidin aliyekî da û got ku ev alî dê vekişe û pişta xwe bide wan. Der barê hevpeyman û lihevkirinên navnetewî de wiha got: "çend herêm di van salên borî de ketine destên rêjîmê?".

Ebadî ji bo derxistina şêwermendên Amarîka rastî zextên Îranê tê

Girêdayî mijar û aloziyên Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îran zextê li Ebadî dike da ku şêwermendên Amarîka derbixîne". Rojnameyê diyar kir ku çavkaniyekî Îraqî eşkere kir ku Îran zextê li serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî dike da ku pispor û şêwermendên Amarîka ku hejmara wan nêzî 5 hezar in derbixîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku heman çavkanî got ku ev daxwaza Îranê di demeke hestiyar de tê ji ber ku Ebadî naxwaze têkliyên xwe bi Îranê re lawaz bike û razîbûna wê dixwaze da ku serokatiya hikûmeta nû werbigire û li aliyê din newêre pispor û şêwermendên Amarîka derbixîne.

Dijwarbûna dorpêça Îsraîlê li ser Gaza

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîlê dorpêça xwe li ser Gaza dijwar kir". Rojnameyê destnîşan kir ku desthilatdariya dagirkeriya Îsraîlê gavên cezakirinê yên nû li dijî herêma Gaza avêtin da ku zextê li Tevgera Hemas bike ji bo eva dawî dîlên Îsraîlê serbest berde. Îsraîlê deriyê Kerem Ebû Salim girt ku weke damara jiyanê ya aborî û bazirganiya Gazayê ye. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho gefa hin gavên cezakirinê yên din xwarin.

Ceza û zextên li ser Hemas da ku di danûstandinan de razî bibe

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "astengiyên danûstandinên bi Hemas re hişt ku Îsraîl cezayan li ser Gaza ferz bike". Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavdêran ev pêngava Îsraîlê hewldaneke ji bo zêdekirina zextê li ser tevgerê ye da ku di danûstandinan de razî bibe ku bi awayekî ne rasterast bi sponseriya Qeterê di navbera Hemas û Îsraîlê de tê meşandin. Weke diyar dibe ku agirbesta demdirêj e da ku Gaza alîkariyan werbigire, lê gelek alî guman dikin ku armanca wê ya sereke pêkanîna bendên girêdesta sedsalî ya Amarîka ye.

El-Hadî daxwaza alîkariyê ji Netewên Yekbûyî dike

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Hadî xwe dispêre xebatên Netewên Yekbûyî da ku li hemberî encamên şerê li Yemenê derbikeve". Rojnameyê diyar kir ku serokê Yemenê Ebidrebo Hadî di hevdîtina xwe ya bi Kordîneya Mirovahî li Yemenê Lise Grande de girîniya xebatên Netewên Yekbûyî di peydakirina pêdiviyên gelê Yemenê de piştrast kir da ku li hemberî encamên şerê li ser Yemenê derbikeve ku ji aliyê milîsên Hosî ve hatiye ferzkirin.

Koalîsyona Erebî Hizbullah di aloziya Yemenê de tewanbar dike

Rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Têkşikandinên Hosiyan piştrast dike ku destên Hizbullah di şerê Yemenê de hene". Rojnameyê diyar kir ku paşveçûnên mezin ên milîsên Hosî li eniyên şer rola leşker û pisporên girêdayî Hizbullah a Lubnanê di şerê Yemenê de piştrast dike. Koalîsyona Erebî jî ku bi serkêşiya Siûdiyê alîkariya artêşa Yemenê dike diyar kir ku belge di destên wê de hene û piştrast dike ku destên Hizbullah di perwerdekirina endamên koma Ensarullah El-Hosî de hene.

Îran beriya cezayan darayîya xwe ji derve dikişîne

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îran beriya ferzkirina cezayan hewl dide darayîya xwe ji derve bikişîne". Rojnameyê diyar kir ku daxuyniyên pêşbînî yên rayedarên Îranê ku dê alîkariya navnetewî werbigirin da ku li hemberî hişkbûna Amarîka derbikeve xemgîniya ji ber cezayên Waşintonê zêde dike. Di encamê de dibe ku aboriya Îranê ber bi aloziyeke nû ve biçe. Ev jî hewldanên Tehranê ya vekişandina darayîya xwe ji derve beriya cezayan şîvove dike.

Dawiya şer di navbera Etyopiya û Erîtriya

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Etyopiya û Erîtriya dawiya şer ragihandin". Rojnameyê diyar kir ku şerê di navbera Etyopiya û Erîtriya de fermî hate bidawîkirin. Nemaze piştî ku di daxuyaniya hevbeş de di hevdîtina dîrokî ya di navbera serokê hikûmeta Etyopiya Abî Ehmed û serokê Erîtriya Asyas Aforq' de li Esmara dijberiya 20 salan bi dawî kir.

Pilana May sê wezîr dûr xistin

Girêdayî aloziya di navbera Birêtaniya û Yekîtiya Ewropa de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "pilana (berdanê) ya bi Ewropa re sê wezîrên hikûmeta May dûr xistin". Rojnameyê diyar kir ku serokwezîra Birêtaniyayê Theresa May rastî aloziyekê tê û pilana wê ya sererastkirina (berdana) bi Yekîtiya Ewropa (Brixet) hişt ku du wezîr bêne dûrxistin. Parlemanterên partiya Muhafezekar amadekariya pêşniyara baweriyê di hundirê partiyê de dikin da ku ji kar were avêtin.

(jh)