Xatemî: Îran 100 salî paşve çûye û hişyariya metirsiyên gendeliyê da

Serokê Îranê yê berê Mihemed Xatemî hişyariya metirsiyên gendeliyê da û got ku welatê wî di derbarê mijarên girêdayî demokrasî û edaletê de 100 salî paşve çûye.

Xatemî: Îran 100 salî paşve çûye û hişyariya metirsiyên gendeliyê da
9 tîrmeh, 2018   09:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê yê berê Mihemed Xatemî got ku welatê wî 100 salî di aliyê demokrasiyê û edaletê de paşve çûye. Xatemî mixabiniya xwe anî ziman û wiha got: "Oldar Ayetullah Nayînî ji sed salî ve parastina mafê hebûna xiristiyan, zardeştî û cihûyan di parlemanê de dike. Lê niha Îran paşketî ye û hebûna ji bilî îslamiyan heta di meclîsa bajêr de qedexe dike."

Xatemî bang li oldarên çaksaz kir ku li rêgezan vegerin û gendeliyê çareser bikin ku li hemberî Îranê û şoreşa Îranê weke tofanekê metirsîdar e.

Xatemî hişyariya tengezariya gel da û hemû dezgehên hikûmetê berpirsyar bi nav kirin. Her wiha çaksaz rexne kirin û bang li wan kir ku li rex hêzên niştimanî tevbigerin da ku guhertineke guncaw di welat de ber bi demokrasiyê ve pêk bînin.

Xatemî di van salên borî de derketina wî ya çapemeniyê hatibû sînordarkirin. Her wiha belavkirina nav û wêneyê wî di çapemenî û dezgehên fermî yên çapemeniya Îranê de hatibû qedexekirin. Dadgeriyê jî partiya wî ya bi navê "Eniya Beşdarkariyê" heland.

(jh)