Artêşa Yemenê berê xwe da Zubeyîd

Artêşa Yemenê bi piştgiriya Koalîsyona Erebî piştî kontorolkirina bajarê El-Tehtiya berê xwe da bajarê Zubeyîd. Ji aliyekî din ve jî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî(NY) wê îro biçe Eden.

Artêşa Yemenê berê xwe da Zubeyîd
9 tîrmeh, 2018   09:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Li eniya El-Hudeyîde, di navbera artêşa Yemenê ya ku desteka xwe ji Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebîstana Siûdî digre û hêzên Hosî de, şer derket. Di encamê de, artêşa Yemenê hinek tax û mezre li aliyê berava rojava ya El-Hudeyîde kontrol kirin.

Her wiha çavkaniyan ji televizyona skynewsarabia re raghand ku li rojavayî bajarê El-Tehtiya şerên giran di nabera artêşa Yemenê û Hosiyan de rû da. Balafirên Koalîsyona Erebî jî herêma navborê bombebaran kirin û di encamê de, kuştî û birîndarên Hosiyan çêbûn.

Di heman demê de, balafirên koalîsyonê xeta di navbera El-Tehtiya û Zubeyîd li aliyê berava rojava ya parêzgeha El-Hudeyîde bombebaran kirin.

Ji aliyê siyasî ve jî, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffith  ji bo nîqaşkirina aloziya Yemenê berê xwe da paytexeta Erebîstana Siudî Riyad û bi rayedarên Siudî re hevdîtin kir. Di heman demê de wê Martin Griffith îro biçe Edenê û bi Serokê Yemenê re Ebd Rebe Mensûr Hadî û Serokê Meclîsa Wezîrên Yemenê Ehmed Ben Dexir hevdîtina bike.

Griffith hewl dide ji bo El-Hudeyîde û giştî aloziya Yemenê bighêje lihevkirinekê.

Hikumeta Yemenê jî daxwaz dike ku Hosî ji El-Hudeyîde derkevin da ku dest bi çareseriyeke siyasî bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî bike.

(kc)