Li Deraa aramî, Rûsya jî veghustina çekdaran ber bi Bakurê Sûriyê ve didomîne

Li herêma Deraa piştî topbarana dijwar, ji duh ve aramî serwer e. Ji aliyek din ve jî, Rûsya raghand ku amadekirina derxistina hezar çekdarî tevî malbatên wan ji herêmênʺKêmkirina şerʺ a li aliyê başûr-rojava têne kirin.

Li Deraa aramî, Rûsya jî veghustina çekdaran ber bi Bakurê Sûriyê ve didomîne
9 tîrmeh, 2018   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku li herêma Deraa piştî topbaran û bombebarana dijwar, ji duh ve aramî serwer e.

Di heman demê de, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê rewşa koçberan şopand  û raghand ku zêdetirî 200 hezar sivîl ku ji ber şer xwe spartibûn sînorê Sûriyê û Urdnê, vegeriyan malên xwe.

Tê payîn ku wê rêjîma Sûriyê serweriya xwe  li ser sînorê Sûriye -Urdnê berdewam bikin da ku bighêje çeteyên ʺArtêşa Xalid Ben El-Welîdʺ ya bi ser DAIŞ`ê ve.

Rûsya jî da zanîn ku leşkerên wan amadekariyên xwe dikin ku hezar çekdarî tevî malbatên wan ji herêmaʺKêmkirina şerʺ a li aliyê başûr-rojava derxînin.

Her wiha aliyê Rûsî bi daxuyaniyeke çapemenî raghand ku di encama serkeftina agirbestê dem, 90 bajarok tevlî agirbestê bûn.

Agirbesta ku li Deraayê hatibû destpêkirin, duh ji aliyê rejîmê û çekdaran ve hate binpêkirin. Di encamê de, 4 sivîlan jiyan xwe ji dest dan. 

Di herdû salên dawî de, gelek hevpeyman ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve bi navêʺHerêmên kêmkirina şerʺ hatin kirin. Di encama wan hevpeyman de li gelek herêman guhartina demografî hate kirin, Xûta Şerqî ya nêzî Şamê jî mînaka vê yekê ye.

Ji aliyekî din ve jî, dezgehên çapemenî yên rejîma Sûriyê ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, raghandin ku duh balafirgeha El-Teyfûr a li parêzgeha Humis bi moşekan hate topbarankirin.