Şehîdê Bagera Cizîrê Demhat li Serêkaniyê hate oxirkirin

Welatiyên herêma Serêkaniyê cenazeya şervanê YPG`ê Ebdullqadir Mustefa Mamed(Demhat Serêkaniyê) li goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê oxir kirin.

Şehîdê Bagera Cizîrê Demhat li Serêkaniyê hate oxirkirin
9 tîrmeh, 2018   08:28

HESEKÊ

Duh bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Ebdullqadir Mustefa Mamed (Demhat Serêkaniyê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû bi merasîmekê oxir kirin.

Gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bi kerwanekî berê xwe dane goristana şehîdan a Serêkaniyê. Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêrîn Şêxê axaftin hate kirin. Şêrîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de canê xwe feda kirin.

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Azad Welat axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan, îro dîroka berxwedana gelê herêmê tê nivîsandin.

Welat got ku ji erkê wan ê exlaqî û niştîmanî ye ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û di dawiya axaftina xwe de Azad Welat soza şopandina riya cangoriyên azadiyê nû kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehîd Demhat Serêkaniyê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, şervanên YPG`ê cenazeyê hevreyê xwe bi dûrişmeyênʺŞehîd namirinʺoxir kirin.

(sx/kc)

ANHA