Li benda çareserkirina pirsgirêka belavbûna bihna nexweş in

Ji çemê Xabûr ê ku di bajarê Hesekê re diherike, ji ber ava kanalîzasyonê bihna nexweş bilav dibe. Şêniyên taxa Xiwêran ku li rex çem dimînin daxwaza çareserkirinê ji Şaredariya Gel kirin.

Li benda çareserkirina pirsgirêka belavbûna bihna nexweş in
Li benda çareserkirina pirsgirêka belavbûna bihna nexweş in
Li benda çareserkirina pirsgirêka belavbûna bihna nexweş in
Li benda çareserkirina pirsgirêka belavbûna bihna nexweş in
Li benda çareserkirina pirsgirêka belavbûna bihna nexweş in
9 tîrmeh, 2018   08:06

SOZDAR XELÎL- OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Çemê Xabûr dirêjahiya wê 320 km e, ji Bakurê Kurdistanê ve û di navçeya Tirbespiyê re derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dibe. Li Sûriyê jî di Serêkaniyê û Hesekê re dihekire û tevlî çemê Ceqceq dibe.

Piştî ku hikûmeta AKP'ê herkîna ava çem rawestand. Çem ji ber ava kanalîzasyonê bû sedam belavbûna bihna nexweş û baçikan.

Şêniyên taxa Xiwaran a bajarê Hesekê ku li nêzî çem dimînin, ji ber vê pirsgirêkê bê zar in.

Li ser mijarê welatiya bi navê Îtîdal Îd Mihemed ku mala wê li rex çem e diyar kir ku bihnek pir nexweş ji geliyê çem tê û got ku ew bi şev ji ber pêşûyan nikarin li ber mala xwe rûnin.

Welatiyê bi navê Subhî Îlêwî jî dibêje ku ev çend sal in li taxa Xiwêran pirsgirêka bihna nexweş a çemê Xabûr heye, bi taybet di demsala havînê de, ji ber ku ava kanalîzasyonê di çem de kom dibe, di encam de bihna nexweş derdikeve.

Subhî Îlêwî anî ziman ku divê aliyên peywendîdar vê pirsgirêkê di ber çavan re derbas bikin û di demeke lezgîn de pirsgirêkê çareser bikin.

Rêvebera Beşa Tenduristiyê yê Şaredariya Gel a Taxa Xiwêran Ciwana Umer jî da xuyakirin ku ew mehane 4 caran dermanên dij-baçikan direşînin û wiha got: "ji pirsgirêka çemê Xabûrê ti çare nîne, ji bilî ku Tirkiyê avê berde, ta ev bihn xelas bibe."

Rêveberê Beşê Avê Endizyar Mihemed El-Eswed jî anî ziman ku pirsgirêk di zivistanî de dernakeve ji ber ku ava baranê di çem de diherike. Lê di havînî de ava kanalîzasyonê kom dibe û bihna nexweş derdikeve."

El-Eswed destnîşan kir ku bi veqetandikeve cihek ji bo ava kenalîzasyonê û dûrxisitina wê jî çem pirsgirêk bi dawî dibe.

(bb)

ANHA