Li Tebqayê xetên telefonê tên sererastkirin

Buroya Peywendiyan a girêdayî Desteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk dest bi çêkirina xetên telefonê kir.

Li Tebqayê xetên telefonê tên sererastkirin
Li Tebqayê xetên telefonê tên sererastkirin
9 tîrmeh, 2018   08:41

NÛRÎ UMER – EBDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Rêveberê Buroya Peywendiyan Mihemed Deyai Edîn da zanîn ku karê wan vê demê di qonaxa tecrubeyê de ye.

Deyai Edîn da zanîn ku dabeşkirin ji 112 xetan pêk tê lê hîn jî kesên pispor di karê têkiliyan de berdewam in.

Her wiha eger ev proje serkeftî biçe serî ji bo ku têkilî di navbera hemû saziyan de ji aliyê peywendiya telefonê de pêk were, dê hê jî karê xwe berdewam bikin da ku hin projeyên din bidin pêşiya xwe. Tê zanîn ku ji beriya demekê ve ev xetên peywendiyan hatin tecrubekirin.

Hêjayî gotinê ye ku odeya dabeşkirinê ya Tebqayê û postexaneyê ji aliyê çeteyan ve hate rûxandin û vê yekê hişt ku derdora 13 hezar xet kar nekin.

 (cu/ew)

ANHA