Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk: Em ê xeta Dîlan temam bikin

Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk kiryara li dijî endama meclîsê Dîlan Ehmed û xwişka wê pêk hatî ku di encamê de şehîd bûn, şermezar kir û soz dan ku ew ê xeta Dîlan bişopînin ta armancên ber bi demokratiyê ve pêk bînin.

Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk: Em ê xeta Dîlan temam bikin
8 tîrmeh, 2018   21:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk derbarê êrîşa li dijî endama Meclîsa meclîsê Dîlan Ehmed û xwişka wê hatî kirin ku di encamê de herdu xwişk şehîd bûn daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Jin dînamîka pêşxistina gelan e, avakirina nifşekî pêşketî û zane armancên ciwanan e.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di nava du salan de gelek kelem derbas kirin û rola ciwanan di derbaskirina astangiyan de pêşeng e. Ciwanên Sûriyê, bi taybet ên Bakurê moha xwe li belavkirina hezkirin û aştiya di navbera hemû pêhateyên civakê de lê da.

Siba 8'ê Tîrmeha 2018'an de hevala me Dîlan Ehmed ku yek ji ciwanên meclîsa Sûriyeya Demokratîk li hemberî wê suc hate kirin. Hin kesên ne nas bombe avêtin mala wê, di encam de Dîlan û xwişka xwe Dilyar şehîd dibin.

Şehîd Dîlan yek ji damezrînerên Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk e, jiyana xwe xist xizmeta pêkanîna armancên ciwanên Sûriyê. Lê destê xedirê dirêjî pêşenga yek ji jinên pêşeng ên Sûriyê kir.

Em wekî Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk, vê kiryarî tirsonek a ne mirovî ku li dijî hevala me hatî kirin şermezar dikir. Ev yek nîşandeya kina wan a li hemberî pêkhateyên Bakurê Sûriyê nîşan dide, her wiha têkiliyên hezkirin û aşîtiyê xirab dike. Wekî ciwan dibêjin ev kiryarên bi vê rengî xeta me ya berxwedanê û projeya me demokratîbûyînê naşkîne. Em ê xeta Dîlan temam bikin, ta armancên ber bi demokratîkbûyîn bi cih bînin.

Em wekî Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk bi hemû pêkhateyên xwe ji malbata Dîlan re sersaxiyê dixwazin.

(bb)

ANHA