Li Qebasîn teqîn 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Li bajaroka Qebasîn a girêdayî bajarê Babê teqîn rûda û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji destdan û 6 sivîl jî birîndar bûn.

Li Qebasîn teqîn 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Li Qebasîn teqîn 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da
8 tîrmeh, 2018   15:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî li çerxeriya Dewar a bajaroka Qebasîn ku 7 km dikeve bakurê Babê matorsiklêtek hatiye teqandin û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 6 sivîl jî birîndar bûne.

Ji sivîlên ku di teqînê de jiyana xwe ji destdane yek welatiyê bi navê Husam Abdullah e û nasnameya mêr û zarokekî jî nehat naskirin.

Navê birîndaran jî wiha ye:( Mehmûd Omer Şêxo, Ehmed Mustefa Abdullah, Mihemed Eyûb, Sair Mihemed Muslim, Ehmed Abdulkerîm Muslim û Yûsif Mihemed Osman).

Heyanî niha têkildarî nasnameya ku ev kesên tîqîn pêkanîne tu agahî nehatine wergirtin û kesekî jî negirtiye ser xwe.

(np)

ANHA