Çeteyên Tirkiyê zêdetirî 3 hezar dar şewitandin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê dagirkirin li gel polîtîka guhertina demografî daristanên Efrînê tarûmar dikin û di van her du rojan de zêdetirî 3 hezar dar şewitandin.

Çeteyên Tirkiyê zêdetirî 3 hezar dar şewitandin
8 tîrmeh, 2018   15:35

EFRÎN

Çavkaniyekî ji herêma Raco agahî da ajansa me ANHA`yê ku leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan daristanên Geliyê Tîra ku mesaheta wê 2 hektare û dikeve ser riya herêma Raco şewitandine.

Her wiha çavkaniyê raghand ku derdora 2 hezar û 500 darên zeytûn, hinar û tirî yên şêniyên gundê Edamo yê herêma Raco ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatine şewitandin. Li gorî agahiyên heman çavkaniyê ev dar 100 yên welatiyên bi navê Mihemed Osman Salim in, 100 dar ên Recem Osman Salim in, 100 dar ên Silêman Mihemed Mihemed, 100 dar ên Welîd Mihemed Mihemed, 100 dar ên Mihemed Hesen Ismaîl, 300 dar ên Yehya Reşîd Mustefa û hezar û 500 darên hinaran û 300 darên tirî yên welatiyê bi navê Mihemed Bekir Şêx Dada ne.

Heman çavkaniyê agahî da ku çeteyên Tirkiê 800 m xertûma welatiyê gundê Eltaniyê  Abdulrehman Ismaîl piştî ku destê xwe danîn ser genimê wî û ew surgunî Tirkiyê kirin, şewitandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berî niha li gundê Etmanê yê herêma Raco 4 km ji zeviyên gundiyan û darên wan ên zeytûnan şewitandin.

(np)

ANHA