Partiya Kesk: Barzanî dagirkeriya Tirkiyê rewa dike

Partiya Kesk a Kurdistanê anî ziman ku daxuyaniyên Barzanî dagirkirina Tiriyê ya Başûrê Kurdistanê rewa dike.

Partiya Kesk: Barzanî dagirkeriya Tirkiyê rewa dike
8 tîrmeh, 2018   15:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Kurdistanê têkildarî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî û êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî dan.

Daxuyanî wiha ye:

˝ Sala 2014`an ji aliyê her kesî ve hat fêmkirin ku hêzên Kurdistan parçe û dagirkirine tu carî xêrê ji gelê Kurd re naxwazin. Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin hikûmeta herêmê alîkarî ji Tirkiyê xwest û Tirkiyê nebû alîkar. Hêzên Parastina Gel û Hêzên Gerila derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin.

Gelê Kurd piştî vê yekê texmîn dikir ku hinek aliyên siyasî ji vê yekê tecrube bigrin. Lê belê Serokê Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê têkildarî êrîşa dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî dide û vê êrîşê rewa dike.

Diviyabû Serokê Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker ji xaka xwe derxîne û Kongreyê Netewî were lidarxistin lê belê Serokê Hikûmeta herêmê berovajî vê yekê dike.

Em weke Partiya Kesk a Kurdistanê daxiyaniyên Nêçîrvan Barzanî rewakirina dagirkeriya Tirkiyê dibînin û bang li hemû aliyên Kurd dikin ku bi lez Kongreyê Netewî lidar bixînin.

Şehîd Namirin

Serkeftin a gelê me ye˝.

(np)

ANHA